Dema binçavkirina Emîne Çetîner dirêj kirin
- 09:17 11 Cotmeh 2020
- Rojane
RIHA - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Rihayê Emîne Çetîner a ku piştî merasîma bîranîna Komkujiya Enqereyê hat binçavkirin, dema binçavkirina wê 2 rojan dirêj krin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Rihayê Emîne Çetîner a ku ji bo tevli merasîma bîranînana Komkujiya Enqereyê bibe çû Pirsûsê, birin Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê. Emîneya hat binçavkirin ji bo 24 saetan hevdîtina wê ya bi parêzer re qedexe kirin û dema binçavkirina wê jî 2 rojan dirêj kirin.