ROJEVA 11'Ê COTMEHA 202'AN

  • 09:00 11 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Jinên Partiya Sûriya Pêşeroj a Şaxa Efrîn û Şehbayê têkildarî salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef de axivîn. Jinan gotin: "Bi qetilkirina Hevrîn Xelef hat xwestin jinên siyasetmedar bên çewisandin. Lê belê têkoşîn û hêrsa jinên kurd mezintir bûn. Hevrînê û rêhevalên wê bûn nasnameya aştiyê." DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Bedrû ya Silopiyê dema paletiya komkirina fistiqên bin erdê dest pê kir. Jinên ciwan ên ku fistiqan komdikin diyar kirin ku serê sibehê heta êvarê dixebitin û gotin: "Karekî gelek zehmet e û bi taybetî ji ev kar li ser milê jinê ye. Lê belê hilberina ku îsal derket holê kêyfa me gelekî xweş kir." BI DÎMEN 
 
*Jinên beşdarî pêngava ku bi pêşengtiya Kongreya Star a têkildarî salvegera êrişên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi dirûşma "Na ji qirkirin û dagirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" hatibû destpêkirin, bûbûn nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em ê tevî hemû zextan têkoşîna xwe bidomînin û piştigiriyê bidin pêngava Kongreya Star dayê destpêkirin." DÎMEN HEYE
 
*Hunermend Sîbel Ahmetler 20 sal in bi camên şikestî û yên ku hatine avêtin berhemên nû diafirîne. Sîbel, diyar kir ku cam di her qada jiyanê de heye û got: "Ji camên kêrnehatî û hatine avêtin ji bo min pir bi qiymet e, ez wan caman vediguherinîm berhemên cuda. Ev tişt feydeyê dide xwezayê jî. Ez dixwazim pêşengeha berhemên xwe vekim." BI DÎMEN