Li Şehbayê tecrîd hat şermezarkirin

  • 08:43 11 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên şehîdan a herêma Efrînê bi meşekê girseyî tecrîda girankirî ya li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan  şermezar kir.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi dirûşma" Dem dema parastina nirxên şoreşê û rizgarkirina Rêber Apo ye" meşek girseyî bi tevlîbûna bi sedan ji enamên Melcida Malbetên şehîdan a herêma Efrînê û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Şehebayê li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye" û "Dem dema têkbirina komploya 9'ê cotmehê ye"  hatin vekirin. Meş li ser rêya gundê Om Huş ê Kantona Şehbayê hat destpêkirin û ber bi hola Meclîsa giştî ya Malbetên şehîdan a gundê Til Qirah ve dom kir. Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê Rêvebera Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrînê Fewzî Mustafa axivî.
 
Fewzî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji ber ku raman û fikirên Rêber Apo li dijî sîstemên hegemon bûn, li hemberî Rêber Apo her tim êrîş û komplo pêk hatine, lê Rêber Apo li dijî wan komployan her hêz û vîna xwe ya ji bo azadiya gelê xwe nîşan daye."
 
Piştre Rêvebera Meclîsa Kantona Şehbayê Rehmê Elo jî axivî û wiha got: "Dewletên hegemon bi komploya 9'ê Cotmehê xwestin gelê ku bi doza Rêber Apo ve hatiye girêdan bê îrade bihlêin. Lê weke ku tê xuyakirin gelên ku fikira Rêber Apo ji xwe re bingeh girtine serî hildan û ji bo rizgariya Rêberê xwe doza têkoşînê hilbijartin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namrin" bi dawî bû.