'Ji bo rizgariya Rêber Apo em ê bê navber li ser piyan bin'

  • 17:02 10 Cotmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Felsefeya Rêber Apo jiyana me ji nû ve saz kir, lewma em ê weke jin bê navber têkoşîna azadiya rêberê xwe bikin." 
 
Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya ku li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate meşandin, roja 10'ê Cotmehê weke Roja Azadiya  Abdullah Ocalan hat ragihandin. Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin jinên ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.  
 
'Felsefeya Rêber Apo bingeha têkoşîna me ye'
 
Emîne Nasan a ji pêkhateya Ereb armanca komployê anî ziman û ev tişt got: "Rêber Ocalan rêberê mirovahî û azadiyê ye, ji ber felsefeya wî gelek bi banodor e. Derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê destpêka belavbûna ramanên wî di cîhanê de bû, lewma ji bo ku ew fikir û felsefeya azad sînordar bikin îro serokatî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Em jî weke tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet jî jin felsefeya Rêber Apo bingrha têkoşîna xwe digirin."
 
'Tecrîd sûcekî dijmirovahiyê ye'
 
Ganîma Taha a bi eslê xwe turkmen e derbarê komployê de wiha got: "Weke jinên turkmen ji bo azadiya Rêber Apo em bê navber têkoşîn dikin. Îro jî me cihê xwe di mîtînga ji bo azadiya Rêber Apo de girtiye. Em ji civaka navneteweyî û raya giştî daxwaz dikin ji bo doza serbestberdana rêbertî helwesta xwe nîşan bidin. Rêber Apo tu sûc nekiriye ku ewqas kiryarên dijmirovahî û bê qanûnî li hember wî were kirin."
 
'Me bi felsefeya Rêber Apo jiyana xwe ji nû ve saz kir'
 
Jina Çerkezî Rûweyide Silêman diyar kir ku ew Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengê xwe yê mezin dibînin û got: "Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ya ji çeteyên DAIŞ'ê me bi saya felsefeya Rêber Apo jiyana xwe li ser bingeha netewa demokratîk, yekîtiya gelan û azadiya jinê ji nû ve saz kir. Loma em weke jinên Çerkezî Rêber Apo pêşengê herî mezin ji xwe re dibînin. Em ji bo dewletên hegomonîk dibêjin ku ev felsefe dikare çarenûsa tevahî cîhanê ber bi pergala herî baş ve bibe.  Li ser vê bingehê em dibêjin wê Rêber Apo rizgar bibe."
 
'Em ê weke jin dest ji têkoşîna azadiya Rêber Apo bernedin'
 
Leyla Ehmed ku ji Kantona Kobanê ye tecrîd şermezar kir û wiha got: "Armanca komployê ew e ku Rêber Apo û gel ji hevdu qut bikin, da ku vîna gelan bişkê û bibin koleyên pergala serdest û hegemonîk.  Yekîtiya gelan bingeha xwe ji fikrê rêberê mirovahiyê digire. Em ê ranewestin û dest ji têkoşîna xwe bernedin heta ku em bi mizgîniya derketina wî ya ji Gireva Îmraliyê şad bibin."