Çalakiya rûniştinê ya ji bo Çiyayê Cudî bi dawî bû

  • 16:06 12 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Çalakiya rûniştinê ya ku li Şirnexê li dijî şewidandina daristanan hatî destpêkirin bi dawî bû. 
 
Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome. Rayedar ligel mudaxeleya ku nakin destûrê nadin ku şêniyên li herêmê jî şewatê vemirînin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê ji bo ku balê bikişîne ser şewata li herêmê û bi taybetî ya li Çiyayê Cûdî, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê dabû destpê kirin di roja sêyem de bi dawî bû.
 
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê û endamên Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê kom bûn. Di çalakiya rûniştinê de pankartên “Cudî dîroke, dîrokê neşewitînin” û “Daristanên me dişewitin, rayedar bêdeng in” hat vekirin. Çalakiya rûniştinê bi stranên ku girseyê got ve berdewam kir.  
 
Her wiha rêvebirên HDP’ê yên bajarên Sêrt û Êlih, Platforma KESK’ê ya Şirnexê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Botanê jî bi pankarta “Li hemberî talankirina xwezayê radibin ser piyan” vekirin û bi dirûşma “Bijî Berxwedana Ciwanan” berz kirin ve pişgiriyê dan çalakiyê. Girse, tim dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Ciwanan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Cûdî dîroke, xwedî dîroka xwe derbikeve” berz kir.
 
KESK’ê bertek nîşan da
 
Platforma Şaxên KESK’ê ya Şirnexê ji bo piştgiriya çalakiyê daxuyaniyê da. Li ser navê KESK’ê daxûyaniyê endamê Şaxa SES’ê Murat Ozbey xwend. Murat, di daxuyaniyê de wiha got: “Çiyayê Cûdî ku ji bo gelan hem ji aliyê madî û hem jî aliyê menavî ve xwedî qada jiyanê ye. Li Cudiyê di serî de dar hatin birîn û piştre daristan hatin şewitandin. Bi vê awayî dixwazin talan bikin.”
 
‘Têkoşîna me dê berdewam bike’
 
Hasan Ozguneşê HDP’yî, da zanîn ku çalakiya rûniştinê bi dawî bû û got: “Em carekedin banga xwe dubare dikin; bila hemû kes ji bo şewara daristanan derbikeve qadan. Têkoşîna me ne bi tenê sê rojane. Dê têkoşîna me berdewam bike.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê bi çepik  û dirûşmeyan bi dawî bû.