Nursel Aydogan: Di şexsê Ocalan de demokrasî tê îzolekirin

  • 09:01 6 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
AMED - Der barê girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de siyasetmendara kurd û parlementera HDP'ê ya berê Nursel Aydogan axivî. Nurselê diyar kir ku hikûmet di şexsê Abdullah Ocalan de demokrasiyê îzole dike û got:" Heta ku îktîdara  AKP û MHP bi dawî nebe, wê tecrît jî bi dawî nebe. Krîza aborî û siyasî bi tecrîtê re girêdayî ye.  Li Tirkiyeyê îktîdarên ku nikarin pirsgirîka kurd çareser bikin mehkumî tunebûnê ne."
 
 
Her sal di 4'ê Nîsanê de  ji her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hezaran kes diherikin Amarayê û tevî hemû dorbeç û astengiyan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Kesên ku neçin Amarayê jî di çarçoveya pîrozbahiyê de li bajar û gundan bi bernameyên cûr bi cûr vê rojbûnê pîroz dikin.  Îsal ji ber Vîrûsa Koronayê (Covid-19) her çiqas pîrozbahiyek girseyî neyê kirin jî dîsa jî gel bi kelecanek mezin rojbûna Rêberê PKK’ê pêşwazî kir. Têkildarî 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û  girankirina tecrîdê de siyasetmendara kurd û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya berê Nursel Aydogan nirxandin kir. .
 
'Di şexsê Ocalan de  demokrasiyê îzole dikin'
 
 Nurselê diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi îlankirina xweseriya Demokratîk encam girtiyê û ev tişt got:" Birêz Ocalan 21 salin li îmraliyê dîl tê gittin. Ji 5'ê Nîsanê  sala 2015'an de heta roja me ya îro tecrîteke giran li ser birêz Ocalan pêk tînin. Di dîroka gelên bindest de  rêbazên bi vî awayî pir kêm pêk hatine.  Sedema girankirina tecrîdê bi hêzkirina hevpariya gelan, ekolojiya demokratîk,azadiya jinê û li Rojavayê Kurdistanê xweseriya Demokratîk e. Ji ber ku desthilatdar naxwazin hêzên demokratîk bi hêz bibin, di şexsê Ocalan de  demokrasiyê îzole dikin.  Lê li dijî van polîtîkayan rastiyek heye ku ew jî  dilsoziya birêz Ocalan û Gelê kurd e. Birêz Ocalan ji hezar kîlometreyan dûr ve slav dişîne  û ev slav ji Gelê Kurd re dibe kelecaneke mezin û dibe sedema bihêzkirina têkoşînê. Kesên ji xeynî çareserkirina pirsgirîka kurd, tasfiyekirinê difikirin, çareyê di girankirina tecrîtê û girtina deriyên Îmraliyê de dibînin. "
 
'Ocalan di çareseriyê de israr dike'
 
Nurselê di dirêjiya axaftina xwe de dest nîşanî  mutabaqata  Dolmabahçeyê ya di sala 2015'an kir,  bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a herî dawî  û wiha pê de çû:" Birêz Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de dibêje ku rêya aştiyê çareserkirina pirsgirîka kurd e. Birêz Ocalan ji bo berjewendî û deskeftiyên  hemû gelên Tirkiyeyê di çareseriyê de israr dike. Îqtîdara AKP û MHP'ê ji ber ku vê israrê dibînin naxwazin fikr û ramanê birêz Ocalan belav bibin.  Di pêvajoya grevên birçîbûnê de AKP û MHP'ê dîtin ku tevlîbûna çalakiyê zêde dibe û  ji nêçarî deriyên Îmraliyê vekirin. Di hevdîtinên herî dawî de birêz Ocalan got ez dikarim vê pirsgirîkê di hefteyeke de çareser bikim. Lê mixabin dewlet dîsa bi bêberpirsiyarî nêzî vê peyamê bû. Hikûmetê rêya çareseriyê û aşitiyê  di 28'ê sibata sala 2015'an de bi nenaskirina mutabakata Dolmabahçeyê girt. Li gel neçareserkirina pirsgirêka kurd gotın kurd tüne ne û di 5'ê Nîsanê sala 2015'an de pêvajiya çareseriyê bi dawî kirin. 24'ê tirmehê  de dest bi operasyonên navxweyî û ji derveyî sînor kirin.”
 
‘Xweseriya Demokratîk hincet nişan dan’
 
 Nûrselê bal kişand ser Hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî û ev tişt got: “Di hilbijartinên 1'ê mijdarê de  ji bo xetimandina rêya çareseriya pirsgirîka kurd wekî hincet îlankirina Xweseriya Demokratîk nişan dan û dest bi pêvajoya  îmhakirina kurdan kirin. Di vê pêvajoyê de hikûmetê zirareke mezin dît û di 15 Tirmehê sala 2016'an de hewldana darbeya leşkerî pêk hat. Piştî darbeyê hikûmet ji bo xelaskirina hebûna gelê kurd bi ergenekonê re li hev hat. Êdî îktîdara ku dibêje "Yek gel,yek al,yek ol" ket pêşberî me û ev  rûye xwe di pratîkê de jî aşkere kir. Heta ku ev hişmendî neyê bi dawîkirin, wê bang û nirxandinên birêz Ocalan jî encam negirin."
 
' Tecrît neçariye'
 
Nurselê di dawiya axaftina xwe da zanîn ku li dijî  hişmendiya heyî tenê çareserî têkoşîn e û got:" Di vê pêvajoyê de tişta herî bi nirx bihêzkirina têkoşînê ye. Heta ku îktîdara  AKP û MHP bi dawî nebe, wê tecrît jî bi dawî nebe. Aloziya aborî û siyasî bi tecrîtê re girêdayî ye. Li Tirkiyeyê îktîdarên ku nikarin pirsgirîka kurd çareser bikin mehkumî tunebûnê ne. rêya ji vê aloziyê derketin, çareserkirina pirsgirîka kurd e. Mîmarê vê çareseriyê jî bêguman birêz Ocalan e. Lê mixabin di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê jî tecrît neçarî ye. Tecrîta ku 21 sale didome heta ku bi dawî nebe avakirina demokrasiyê û aşitiyê jî ne pekan e. Gelê kurd êdî  bi têkoşîna xwe û rihê xwe yê berxweder ji aliyê hemû  cîhanê ve tê naskirin.
Gelê kurd heye û tu hêz nikare vê înkar bike. Di  vê çarçoveyê de 4'ê Nîsanê Rojbûna birêz Ocalan pîroz dikim.”