'Rewşa girtiyên siyasî bi guman e'

  • 09:05 5 Nîsan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl derbarê rewşa girtiyên li Bakurê Kurdistanê û xeteriya belavbûna vîrûsa Koronayê de nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk û hevkarên wê pêvajoya vîrusa koronayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin."
 
Vîrûsa Korona (Covid-19) ya ku li Çînê rûdali tevahiya cîhanê bûye xeteriyeke mezin. Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û xeteriya wê li ser girtiyan dewleta tirk di 22´ê Adarê de bi pakêta darazê ku amade kir hewl dide girtiyên edlî berde. Lê rewşa girtiyên siyasî di vê pakêtê de cih negirt. Gelek ji van girtiyan rewşa wan ya tenduristî ne başe û gelek jinên dûcanî jî di van girtîgehan de ne. Metirsî û belavbûna vîrûsa koronayê li girtîgehê wê rê li ber mirina bi hezaran kesî veke. Her wiha di 27´ê Adara  de li girtîgeha Urmiyeyê 200 jinên girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Herî dawî jî li Ûrmiyeyê girtiyek jin ya bi navê Fatima Alizade (53) ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan jî didome, parêzer û malbat nikarin herin gel miwekîlê xwe. Ji ber tu agahî ji Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan nayên giritin gelê herêmê di nava fikaran de ye.
 
Di vê çarçovê de Hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl derbarê rewşa girtiyên li bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê xeteriya belavbûna vîrûsa Koronayê de nirxandin kir û bersiva pirsên ajansa me dan.
 
*Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û niha vîrûsa Korona li Bakurê Kurdistanêy û li bajarên Tirkiyeyê  belav bûye gelo tedbîrên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên girtin têrkerin?
 
Ev bû demeke vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye, xeteriya vîrûsê niha li ser jiyana Rêber Apo û girtiyan heye, lê dewleta tirk di raya giştî de efû ragihand û li gor wê efuyê hejmarek ji girtiyên edlî berdan. Bi baweriya min tedibîrên li girtîgeha Îmraliyê têrker nînin. Ji ber rojane nobedar tên guhertin, heta niha tu agahiyên zelal di derbarê rewşa tenduristiya Rêber Apo de tüne ne. Ev bû 22 sal ku Rêber Apo di girtîgehê de ye û hevdîtinên ku tên kirin jî li gorî berjewendiyên dewletan e. Dewleta tirk di derheqê Rêber Apo de gelek bendên qanûnî  binpêkirin û tecrîdeke giran li ser Îmraliyê dide meşandin. Her wiha di vê demê de rewşa hemû girtiyên siyasî di xeteriyê de ye. Ji ber virûsa Koronayê heroj bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin û ev virûs li bakurê Kurdistan û tevhahiya Tirkiyê jî belav bûye. Ji ber wê jî pêwîste dewleta tirk li gorî qanûnên navnetewî tev bigere. 
 
*Dewleta tirk hemû girtî berdan lê tenê yên siyasî û bi taybet kurd bernedan,  hûn van kiryaran çawa dinirxînin?
 
Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hejmarek ji girtiyan wê b ênberdan lê tenê yên siyasî nehatin berdan ev jî dewleta tirk bi hinceta ku van kesan karên siyasî dane meşandin bernade. Kesên ku nehatine berdan kurd in û hevserokên şaredariyan e û mafên wan yên xwezayî ye ku serbest bêne berdan.  Lê cîhanê her kes dizane ku rwşa girtiyên siyasî li Tirkiyeyê di xeterê de ye û bi taybet piştî ku vîrûsa Korona di girtîgehê de belav bibe. Malbatên girtiyan di metirsiyekê de ne ku zarokên wan ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest bidin û hejmarek ji girtiyan rewşa wan a tenduristî nebaşe, pêwîst dike ku ev girtî bi awayê lezgîn bên berdan da ku rewşa wan nekeve xeteriyê.
 
*Di gelek girtîgehan de girtî dikevin gireva birçîbûnê, gelo ev şêwayên çalakiyan encamên çawa bi xwe re tîne?
 
Ji ber sedema belavbûna vîrûsa Korona 200 jinên girtî li girtîgeha Urmiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û jina bi navê Fatima Alizade ya 53 salî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Ruxmî ku vîrûsa Korona xeteriyek li ser gelê Îranê û girtiyan dike, lê dewlet rê û rêbazên derveyî exlaqî li ser girtiyan pêk tîne. Ji ber wê jî girtî dest bi girava birçîbûnê dikin ev jî dide nîşandan ku girtî li dijî dewletê têkoşînê didin meşandin û behsa mafên xwe yê xwezayî dikin. Dema ku vîrûs derbasî girtîgehan bûn girtiyên ku di girtîgehên Îranê de ne serhildan kirin. Pêwîst dike ku dewleta Îranê li gor zagonan tev bigere û mafên girtayan binpê neke. Dema ku dewlet jiyana girtiyan neparêzin wê gelek girtî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bidin. 
 
*Tedbîrên we ji bo girtiyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de çi ne? 
 
Dema ku vîrûsa Korona li cîhanê belavbû bandora xwe li herêmên me jî kir, lê me gelek tedbîr ji bo girtiyan girtine, weke girtina sînoran, çûyîn û hatin. Bi biryarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê re me biryar di derbarê girtiyan de girtin, cihên girtiyan hatin dermankirin, desteya tenduristî li rewşa girtiyan mêze dike, het e niha vîrûs li herêmên me belavnebûye lê hejmarek ji girtiyan hatin berdan. Di demên pêşiya me de tedbîrên me derbarê girtiyan de hene. Banga min ji gel re heye ku em li gorî tedbîrên Rêveberiya Xweser tev bigerin û li malên xwe bimînin ku em rê li pêşiya vîrûsa Korona bigrin û jiyana xwe nekin xeteriyê.