'Yekemîn berpirsiyarê mirina Hêlînê desthilatdarî ye'

  • 16:18 3 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - KCD û TJA’yê derbarê endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a 288 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da de, daxuyanî dan. Di daxuyaniyên ku hat dayin de hat ragihandin îktidara ku ji mirina Hêlîn Bolek berpirse îro dîsa dengê azadî û aştiyê qetil kiriye. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî, derbarê endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA’yê, diyar kir ku desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê ji sala 2015’an ve bi her awayî êrîşê endamên Grûp Yorûm dike û wiha got: “Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ji bo ku mafên xwe bi dest bixin û edalet pêk bê,  berxwedana greva birçîbûnê dan destpêkirin.  Îro Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da. Bicihneanîna daxwazên wan encama polîtîkayên dijminanatî û nefretê ye. Yekemîn berpirsiyarê mirina Hêlînê desthilatdarî ye û îro li ser vê erdnîgariyê dengê aştî û azadiyê hatiye qetilkirin. Berpirsên qetilkirina Hêlîn ew kesin ku polîtîkayên dijminantiya jinê bi rêve dibin, kilam û staranan qedexe dikine. Bila hişmendiya qedexekar û yekperest baş zanibe ku heya ku jiyana azad li ser vê axê bê avakirin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a bi daxwaza edaletê 288 roj in di rojiya mirinê debû jiyana xwe ji dest da. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Hêlînê de daxuyanî dan. 
 
KCD’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Ev çûyîn ne çûyîne. Divê AKP demildest destên xwe ji qadên demokratik vekişîne. AKP dibe sedema mirina mirovên ciwan. Em dixwazin balê bikêşin ser rewşa rêhevala Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek. Îbrahîm 291 rojin di rojiya mirinê de ye û çalakiya wî dewam dike. Em bang li desthilatdarî û partiyên mûxalîf dikin ku guh bidin daxwazên Îbrahîm û daxwazên wî bi cih bînin. Em heval Helîn bi rêzdarî bi bîr tînin û xwedê rehma xwe lê bike. Em ji malbat û rêhevalên wê re sersaxiyê dixwazin. Kilamên Grûp Yorûm wê stranên me bin. Hêza tu kesî wê têrê ne ku kilam û stranên me bêdeng bikin.”