Polîs û leşker gundê Amarayê dorpêç kirin

  • 15:54 3 Nîsan 2020
  • Rojane
RIHA - Hemû rêyên ku diçin gundê Amarayê ya ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ji hêla leşker û polîsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
4'ê Nîsanê 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana e. Gelê Kurd ji 2004'an heta 2017'an ji çar aliyên Tirkiye û bajarên Kurdistanê her 4'ê Nîsanê bi minasebeta rojbûna Abdullah Ocalan bi girseyî berê xwe didan gundê Amara û "Meşa Rojê" li dar dixistin. Lê 3 salên dawî "Meşa Amara ya Rojê" hat qedexekirin û destûr nadin ku kes biçe Amarayê. 
 
Leşker û polîsan rojek beriya 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû rêyên ku diçin gundê Amara yê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye girtin û gund dorpêç kirin. Leşker û polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA rêyên diçin gund girtine û li ser girên bilind bi cih bûne. 
 
Biraziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan jî diyar kir ku îsal ji ber şewba virûsa corona (Covid-19) dê sibê bi girseyî pîrozbahiyê nekin û tevî vê yekê jî gundê wan ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Alî, diyar kir ku hevî û daxwaza wan ew bû ku ev şewb tune bûya û mirovan 4'ê Nîsanê bi coşek mezin piroz kiribûya. Alî Ocalan anî ziman ku îsal ji ber şewbê tu bername amade nekirin û tevî vê yekê hêzên dewletê hemû rêyên diçin Amara dorpêç kirine û pêdivî bi ve yekê tune ye.