'Di hefteyekê de tenê qedehek tursîl û hîpo didin me'

  • 15:11 3 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a di Girtîgeha Şakranê de bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re wiha got:"Li vir ji bo parastina li dijî vîrusê tu tedbîr nayên girtin. Di hefteyekê de tenê qedehek tursîl û hîpo didin me."
 
Virusa Koronayê (Kovid-19) li cîhanê her ku diçe belav dibe. Ji ber vîrusê fikarên derbarê girtîgehan de jî zêdetir dibin. Girtî diyar dikin ku derbarê girtîgehan de tu tedbîr nayên girtin. Girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a di Girtîgeha Şakranê de anî ziman ku li dijî vîrusê li girtîgehê tu tedbîr nayê girtin. 
 
'Daxwaza zarokan jî neynin cih'
 
Malbata Rozerînê wiha got:"Rozerînê diyar kir ku li gel wan du zarok hene. Lê tevî vê yekê tedbîr nayê girtin. Gardiyan naçin malên xwe. Gardiyan ji vê yekê me berpirs digirin û bi pirsgirêkên xwe yên kesayetî nêzî me dibin. Ji me re dibêjin 'Em jî ji rê we de li vir dimînin'. Dema em tiştekî dixwazin ji me re nînin. Daxwazên zarokên me bi cih nînin. Di hefteyekê de tenê qedehek hîpo û qedehek tursîl didin me."
 
'Dema xwarin tê belavkirin lepik nayê bikaranîn'
 
Malbatê wiha dewam kir: "Rozerînê dibêje Sabûnên me hebûn lê qediyan. Kantîn girtî ye. Daxwazên me bi cih nînin. Gardiyan dema xwarinê belav dike lepik bi kar nînin. Hîn dereng neketiye divê tedbîr bên girtin."