Li Îranê bîlanço giran e, li Herêma Kurdistanê jî tedbîr bi bandor in

  • 14:20 3 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê heta niha 3 hezar û 294 kesî jiyana xwe ji desta dane û li Herêma Federal a Kurdistanê jî 3 kesên din bi vîrûsê ketin û bi tevahî heta niha 2 kesî jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê di destpê ke de tedbîr girtibûn di encama tedbîrê de heta niha 2 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li Îranê jî di nava 12 saetên dawiyê de 134 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê heta niha li Îranê 3 hezar û 294 kesan jiyana xwe ji dest dane û 53 hezar û 183 kes pê ketine. 17 hezar û 935 kes jî sax bûne. Li gorî daxuyaniya hatî dayîn li Îranê di nava 24 saetên dawî de 134 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan û hezar û 715 kesên din pê ketin.
 
Li Hewlêrê 3 kesên din bi vîrûsê ketin
 
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li Hewlêrê 3 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Ji kesên pê ketine yek jî zaroke. Bi giştî heta niha li herêmê 204 kes bi vîrûsa korona ketine. Ji wane 62 sax bûne û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.