Zarokê li Licê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

  • 13:42 3 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Zarokê 11 salî Yusuf Yildirak ê li Gundê Pirik ê Navçeya Licê dema pez diçêrand, maddeya teqemeniyê pê de teqîya û bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. 
 
Zarokê 11 salî Yûsûf Yildirak ku li zeviya di navbera gundên Pirik û Ziyaret ên navçeya Licê ya Amedê de pezê xwe diçêrand, cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bûbû. Malbata Yusuf ew   rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Yusuf ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.