TAJÊ'yê Qubeya Xatûna Ferqa ziyaret kirin û li vir dar çandin

  • 13:13 3 Nîsan 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisen - Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Bi hatina biharê re endamên Meclîsa TAJÊ çûn serdana Qubeya Xatûna Ferqan û li vir dar çandin û bal kişandin ser parastina cihên pîroz. Jinan li vir axivîn û gotin: "Gelek Êzidî ji ber fermanê koçber bûn em bang li wan dikin ku bila vegerin ser axa xwe ya pîroz."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi hatina biharê re çûn serdana Qubeya Xatûna Ferqan û li vir dar çandin. Jinên ku tevlî bernameyê bûn da zanîn ku jin dê xwedî li cihên pîroz derkevin û çanda xwe biparêzin
 
Endamên meclîsa TAJÊ tevlî bernameyê bû û di axaftina xwe de bal kişand ser taybetiya ziyareta xwe û got: "Me li gorî derfetên xwe jenetorek danî li vir û me xwest her kes bi rihetî Qubeyê binêrin. Armanca me ya darçandina li vir jî xwedî derketina me ya cihên pîroz e." Xoxê, destnîşan kir ku niha vîrûsa koronayê heye û bi taybetî jî rewşa girtiyan di xeterê de ye. Xoxê, da zanîn ku divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan."
 
'Em ê cihên xwe yên pîroz biparêzin'
 
Hevseroka Meclîsa Xanesorê Fehîme Silêmen di bernamedê axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em jî wek TAJÊ hatine li wê derê. Ji bo xemilandina Qubeya Xatûna Ferqan. Em cihên xwe yên pîroz diparêzin. Di meha adar û nîsanê de me xwest em dar bîçînin. Em hêvîdîkin ku ev sal bibe saleke xêr û xweşî.”
 
'Ev der ji bo me ciheke pîroz e'
 
Neam Şengalê endama meclîsa TAJÊ'ye û bal kişand ser bernameya xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev meha nîsanê ye em hatine li ber Qubeya Xatûna Ferqan û li vir dara dîçînin. Ev cih ji bo me cihekê pîroz e. Me jeneretorek anî li vir û me xwest gel bila rihetî bên li vir. Ji bo pêşerojê jî bila bêtir derdor xweşik bibe em niha dar diçînin. Her wiha ez hêvî dikim ku civaka me yên ku berê xwe dan welatên din vegerin ser axa xwe û axa xwe biparêzin."
 
'Em tu carî xebatên TAJÊ ji bîr nakin'
 
Jina bi navê Micevirê Xatûna Ferqan hatina endamên meclîsa TAJÊ'ê wiha şîrove kir: "Berê li vir ne av hebû, ne ceryan û ne jî dar hebûn. Lê bi hewldana meclîsa TAJÊ li vir gelek tişt guherin. Çandina daran gelek baş bû. Em tu carî xebatên TAJÊ ji bîr nakin. Kê bê serdana li vir dê bin siya darê rûnên û fêkiyê wan daran bixwin. Her wiha ez daxwaz dikim ku civaka me ya ku ji ber fermanê koçber bûne welatên din bila vegerin ser axa xwe û li ver axa xwe jiyana xwe bidomînin."