Li Amedê hejmara kesên bi koronayê ketine zêde dibin

  • 12:02 3 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Her ku diçe li Amedê jî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine zêdetir dibe. Li gorî agahiyan testa vîrûsê ya 59 kesan pozîtîf derketiye û bi giştî 140 kes ji ber koronayê li nexweşxaneyan tên dermankirin. 
 
Li Amedê hejmara kesên ji ber şewba vîrûsa korona li nexweşxaneyan tên dermankirin zêde dibe. Li bajêr heya niha testa 59 kesan pozîtîf derketiye û bi giştî 140 kes ji ber şewbê tên dermankirin. Hat diyar kirin ku temenê nexweşên ku tên dermankirin, di navbera 16 û 91 salî de diguherin. Dîsa bi 2 kesên testa wan pozîtîf derketin re bi giştî 38 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin.
 
Hat destnîşan kirin ku li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, roja şemiyê hejmara testên di laboratuarê de hatin kirin û hejmara testên pozîtîf weke hev in. Hat diyar kirin ku hejmara nexweşên testên wan ên klinik û radyolojik pozîtîf derketin, ji hejmara nexweşên testên wan pozîtîf derketin zedetire. 
 
Hat ragihandin ku li Farqînê jî jineke ducanî ya testa wê pozîtîf derket, li malê xistin bin karantînayê. Hat dest nîşan kirin ku li bajêr heya niha jî ekîpmanên parastinê pir kêmin û xebatkarên tenduristiyê neçarin ku bi kêm ekîpmanan bixebitin.  
 
Li bajêr heya niha 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û kesekê jî bi gumana bi şewbê ketiye, jiyana xwe ji dest daye. Bi giştî li bajêr 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.