Dayika Gulîstanê, Bedriya Doku: Ez ê lêgerîna ji bo keça xwe bidomînim

  • 11:15 3 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED-Dayika Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê de ye winda ye, Bedriye Doku li ser hesabê medyaya civakî videoyek parve kir. Bedriyeyê wiha got:"Ez heqê keça xwe ji kesî re nehêlim. Ez ê lêgerîna ji bo keça xwe bidomînim."
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Doku ji 5'ê Çileyê de ye li Dêrsimê winda ye. Li bajêr tenê li ber avê xebatên lêgerînê hatin kirin. Rayedar qet li ser îhtimala revandina Gulistanê û qetilkirina wê nesekinîn. Ji bo Gulistanê bê dîtin dayika wê Bedriye bi heftane li Dêrsimê ye. Bedriyeyê do li ser hesabê medyaya civakî vîdeo parve kir. 
 
'Çi bi serê keça min hat ez dixwazim hîn bibim'
 
Bedriyeyê da zanîn ku ew ê qet dev ji lêgerîna ji bo keça xwe bernede û wiha got:"Ez heqê keça xwe ji kesî re nehêlim. Ez ê lêgerîna ji bo keça xwe bidomînim. Ez ê heta dawî li berxwe bidim. Keça min wekî kulîlkekê ye. Çi bi serê keça min hat ez dixwazim hîn bibim."