Dayikên Aştiyê: Kesên Amarayê dikin bin ablukayê ji vîrusê zêdetir ji Kurdan ditirsin

  • 11:04 3 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê bi boneya 71'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn. Dayikên Aştiyê gotin:"Rojbûna Rêberê me rojbûna gele Kurd e. Rêbêrê bi milyonan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Rêberê me di nava koma xetere de ye. Ji ber ku emrê wî zêde ye. Loma em bang dikin ku demildest bê berdan."
 
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Di serî de Gelê Kurd gelek mirovên cîhanê li ser wateya vê rojê diaxivin. Rojbûna ku ji 2004'an ve bi awayekî girseyî dihat pîrozkirin  bi dorpêçkirinan rû bi rû ma. Tevî hemû astengiyan gel herikîn Amarayê û Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikirin. Di 4'ê Nîsana 2009'an de bi dirûşma "Rêwitiya ber bi rojê ve " gelek kes ber bi Amarayê ve herikîn. Gel li dijî dorpêça polîsan li ber xwe da. Polîsan bi gaza îsotê û bi çopan êrîşî gel kirin. 
 
Di vê bûyerê de Xwendekarê Beşa Matematikê ya Zanîngeha Dîcleyê Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag ê 27 salî û bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Mahsun û Mustafa her sal bi girseyî gel diherikîn Amarayê û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikir. Îsal jî ji ber Vîrusa Koronayê (Kovid-19) her çiqas pîrozbahiyek girseyî neyê kirin jî dîsa jî gel bi kelecanek mezin rojbûnê dipên. Têkildarî 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Dayikên Aştiyê axivîn. 
 
'Rojbûna Rêberê me rojbûna Gelê Kurd e'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedia Gokguz wiha got:"Ez berî her tiştî dixwazim Rêberê me serbest bê berdan û azad bibe. Ez dixwazim bi dayikan re bi awayekî azad rojbûna xwe pîroz bike. Rojbûna Rêberê me rojbûna Gelê Kurd e. Em bi saya rêberê xwe dikarin xwe îfade bikin. Ji ber Vîrusa Korona em bi fikar in. Loma em dixwazin xeberên ji xêrê ji Rêberê xwe bigirin. Em dixwazin Rêberê me û girtiyên siyasî serbest bên berdan."
 
'Divê Rêberê miloyanan di nav gelê xwe de rojbûna xwe pîroz bike'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Hikmiye Onel rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:"Rêberê bi milyonan di bin îşkenceya tecrîdê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Rojbûna Rêberê me rojbûna gele Kurd e. Rêbêrê bi milyonan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Rêberê me di nava koma xetere de ye. Ji ber ku emrê wî zêde ye. Loma em bang dikin ku demildest bê berdan. Divê Rêberê miloyanan di nav gelê xwe de rojbûna xwe pîroz bike."
 
'Ji bo tenduristiya Rêberê me çi pêwist be divê bê kirin'
 
Dayika Aştiyê Rawşan Doner jî wiha got:"Di encama komploya navneteweyî de Rêberê me ket bin tecrîdeke giran. Bi taybet jin û hemû Gelê Kurd bi vê yekê ketin bin tecrîdeke giran. Her sal Rojbûna Rêberê me bi girseyî dihat pîrozkirin. Îsal ji ber Vîrusa Koronayê bi girseyî pîrozbahî nayê kirin. Lê dîsa jî polîsan Amara dorpêç kirine. Kesên Amarayê dikin bin ablukayê ji vîrusê zêdetir ji Kurdan ditirsin. Em bang li Wezareta Dadê û hemû cîhanê dikin ku Rêberê me bê berdan."