Bijîşka hatî îxrackirin: Em ji xîzmeta tendûristiyê re amade ne
- 09:16 3 Nîsan 2020
- Rojane
AYDIN - Xebatkara tendûristiyê Doç. Dr. Medîha Ayhan ya ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin diyar ku ew ji xîzmeta tendûristiyê re her tim amade ne û got ku ew dixwazin bi dildarî tevlî pêvajoyê bibin.
Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê hejmara miriyan û kesên bi vîrusê her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê hem ji ber kêmasiyên xebatkarên tendûristiyê û hem jî kêmasiyên kelûpelên tendûristiyê ji aliyê pîsporan ve bang û hişyarî tên kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên di demên cuda de hatin îxrackirin û niha bêkar in dixwazin vegerin ser karê xwe û di vê pêvajoya zehmet de xizmeta civakê bikin.
'Polîtîkaya îxrackirinê bandor li civakê jî kir'
Doç. Dr. Medîha Ayhan jî yek ji wan kesên ku hatine îxrackirine. Medîhayê diyar kir ku ji xîzmeta tendûristiyê re ew her tim amadeye û got ku îro bang li wê bikîn ew ê dîsa biçe ser peyvira xwe û wiha axivî:" Niha em bi nexweşiyeke herî giran re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de gelek welat bangî bijîşkên xwe yên teqawît dikin, destûr didin xwendekaran ku destûrnameyek bijîşkî ya destpêkê, an jî bangî bijîşkên ji welatên din dikin. Ev rêbaz ji aliyê Almanya, Îngilistan pêk hat. Bijîşkek di çend salan de perwerde dibe? Ger ez ji xwe mînakek bidim, min 6 salan lîsansa bijîşkî 5 salan pîsporiya dermanê navxweyî û 3 salan jî min di qada endokrinolojiyê de perwerdehî dît. Di heman demê de, dema ku li zanîngehekê wek endamek fakûlteyê dixebitim ez hatim deqkirin. Perwerdhiya min a 26 salan ji bîr kirin. Bi vî rengî, bi hezaran bijîşk û xebatkarên tenduristî bêqanûnî ji kar hatin avêtin. Lê belê vê polîtîkayê ne tenê zirar da me bi giştî da civakê tev neyînî bandor kir. LÊ ez ji xebata ji bo mirovahiyê hez dikim."
'Xebatkarên tendûristiyê di koma herî xetere de cih digirin'
Medîhayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmet cidî nêzî pêvajoyê nabe û wiha dom kir:" Ez baş dizanim ku gelek hevalên min ên ku derqanûnî ji kar hatin avêtin bi min re di heman fikrê de ne. Di vê pêvajoyê de xebatkarên tenduristiyê di koma herî xetere de cih digirin. Li Tevî vê bêmafiyê wekî xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku em dixwazin bi dildarî di pêvajoyeke wiha de cih bigirin. Lê mixabin dengê me nayê bihîstin û ger were bihîstin jî paşguh dikin. Hikûmet hêja cidî nêzî şewbê nabe. Ev jî nîşanî me dide ku rojên zehmetir li pêşiya me ne."
'Parastina xebatkarên tendûristiyê, parastina civakê ye'
Medîhayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew hêvîdarin ev pêvajo bi awayeke zanistî bê rêvebirin û wiha got:"Ji ber vê ev rewşa berevajî sedema wê, mantiqê wê nayê ravekirin. Li gorî daxuyaniyên TTB'ê li Tirkiyeyê hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên ku bi vîrûsê ketine zêde ne. Bi taybetî jî gilî ji neparstinê kirin. Parastina karmendên tendûristiyê,parastina civakê ye. Ev parastin bi çalakiya çepikan nayê bidestxistin. Ger ku wekî bijîşkek bang li min bikin, ez ê herim û bi diladarî tevlî pêvajoyê bibim. Her çend ez bi neheqî hatim dûrxistin jî ez ê herim. Ez hêvî dikim ku wek welatek, em dikarin ji nakokiyên sîyaset û bîrdoziyê yên derewîn derkevin û di riya aqil û zanistê de bi ser bikevin."