Xizmên girtiyan: Em bi hev re têbikoşin û bila zarokên me nemirin

  • 09:10 3 Nîsan 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên ku ji ber Vîrusa Koronayê her ku diçe fikarên wan zêde dibin diyar kirin ku ger tiştekî neyînî pêk bê ew ê Wezareta Dadê berpirs be û wiha gotin:"Em bi hev re têbikoşin û bila zarokên me nemirin."
 
Ji ber Vîrusa Koronayê fikara ji bo girtiyên di girtîgehan de her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên siyasî ji bikeyskirina daxistina infazê ya di 3'yemîn Pakêta Darazê de fêde negirtin. Xizmên girtiyan jî wekhevî xwestin û gotin:"Alavên paqijiyê yên ku divê belaş bên dayin li girtîgehan buha bûye. Divê şerdên li girtîhgan ji ber çav derbas bibin."
 
'Berpirs Wezareta Dadê ye'
 
Dayika girtiyê di Girtîgeha Tokatê de ev 4 sal in tê giritn, Şeymus Koç, Şukriye Koç diyar kir ku kurê wê nayê tedawîkirin û wiha got:"Li Îranê 85 hezar girtî hatin berdan. Li vir çima wiha nabe? Derman nadin kurê min û tedawî nakin. Me nameyek derbarê vê yekê de nifîsand lê fêde nekir. Di dest û sînga kurê min de perçeyê şarapnelê heye. Kurê min bi zatureyê ye. Bi destên xwe nikare binivîse jî. Berpirs Wezareta Dadê ye."
 
'Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin'
 
Keça girtiyê bi navê Abdullah Ateş ê li Girtîgeha Girtî ya Îzmîrê tê girtin, Sevgi Ateş wiha got:"36 ceza dan bavê min. Ev 17 sal in girtî ye. Ez dixwazim bavê min jî fêdê ji zagona nû bibîne. Heger tiştek bi bavê min bê berpirs Wezareta Dadê ye. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin."
 
'Em naxwazin kezeba me bişewite'
 
Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş ê di Girtîgeha Bandirmaya Balikesirê de, Hanife Gumuş wiha got:"Kurê min ev 20 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber ku kurê min ketibû greva birçîbûnê loma di warê tenduristiyê de qels e. Di koguşekê de 20 kes dimînin. Ger yek bi virusê bikeve ew ê hemû pê bikevin. Kurê min got 'Li vir nexweşî tune ye lê eziyet pir e'. Dewletê 2 ode ji bo karantînayê paqij kiriye. Di warê pêdekirina alavên paqijiyê de em tengasiyê dibînin. Em naxwazin cenaza ji girtîgehan derkeve. Em naxwazin kezeba me bişewite."