‘Divê em li dijî zarokan bi berpirsyariyeke hevpar tevbigerin’

  • 09:08 3 Nîsan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin zêde dibe. Bi zêdebûna van kesan re pîspor û tendûrîstvan jî bangawaziy li maê bimînin dikin. Li ser mijara di mademayînê de ku bandoreke çawa li ser derûniya zarokan dike,  civaknas û endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a  Rosa  Meral Tekîn axivî. 
 
Li seranserî  cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe û  heta niha li cîhanê  bi hezaran kesên bi vê şewbê ketine jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kesan re jî ev nexweşî hatiye dîtin.  Li  Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi vê şewbê dikevin her ku diçe zêde dibe û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi sedan tê pênasekirin û bi sedan kes jî bi vê şewbê ketine û tên dermankirin.  Bi belavbûna şewbê re pispor jî hişyariyan dikin û dibêjin cihê herî ewle mal in. Bi van hişyariyan re gel jî hewl dide di malê de bimîne û gelek kes dema xwe li malê derbas dikin.  Li ser mijarê û herwiha ku ev pêvajo bandoreke çawa li ser derûniya zarokan dike,  civaknas û endama Lijneya Rêveberiyê ya  Komeleya Jinan a Rosayê  Meral Tekîn axivî.
 
 Meralê diyar kir ku ji bo zarok xwe di warê derûnî de baş hîs bikin, pêwistî bi berpirsyariyek hevpar heye û got ku li hûndir ji xeynî televîzyon temaşekirinê hewceye ku dayîk û bav bi rêbaza ku zarokan efrîner bikin tevbigerin.  
 
‘ Divê em  li dijî zarokan bi  berpirsyarî tevbigerin’ 
 
Meralê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji vê pêvajoyê ne tenê dayîk di heman demê de bav jî berpirsyarin û ev tişt got:”  Bêgûman ji zarokan, ji paqijkirina malê û heta ku ji pêdivîyên malê ne tenê  jin berpirsiyare, di heman demê de bav jî berpirsyare. Ji ber covîd-19 dibistan ketin betlanê .  Li gel betalkirina dibistanan zarokên ku di hundir de dimînin di berpirsyariya dayîk û bav de ne û divê dayik û bav bi berpirsyariyeke hepvar û wekhev bi hev re tevbigerin.”
 
‘Di vê pêvajoyê de divê herî zêde em piştgiriyê bidin zarokan’
 
Meralê bi domdarî bi lêv kir ku ger  dayîk û bav ji zarokan re nebin alîkar ev pêvajo wê bandoreke neyînî ser zarokan bike û got:” Ji ber pêvajoya heyî zarok ji perkan, kolanan û lîstîkan veqetiyan û niha di navbera çar diwaran de dijin.  Dibe ku ciwan, dayîk û bav ji vê pêvajoyê  bi qasî zarokan bandor nebin, lê em niha nikarin bibêjîn em zarokan fam dikin û dibe ku derûniya zarokan em ewqas ji xwe re nekin xem jî.   Lêbelê divê em bi wan re bibin alîkar. Em niha  nizanîn ku ew çi dijin. Ji ber ku em niha têkoşîneke jiyanê didin û  di heman demê de li ser navê zarkan jî em difikirin. Lê divê em ji xwe bipirsin zarok çi hîs dikin? Erê raste em pêvajoyeke zehmet derbas dikin, lê divê vê pêvajoyê de divê herî zêde em piştgiriyê bidin zarokan. Rewşa civakî-aborî  li gorî komên  di temenê zaroktî de diguhere.”
 
‘Temaşekirina televîzyonê wê zarokan ji civakîbûnê dûr bixe’
 
Meralê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşanî rol û mîsyona dayîk û bavan kir û got ku ji xeynî temaşekirina televîzyonê hewceye ku rewşa heyî bi zimaneke erenî ji zarokan re bê vegotin û ev nirxandin kir:” Em wekî dayîk û bav divê ji temaşekirin û şopandina medyayê ya zarokan aciz bin. Ev di heman demê de pêşiya bêewlebûnê jî vedike. Hewceye ku dayîk û bav vê pêvajoyê ji zarokan re bi zimaneke erenî vebêjin. Her wiha ji zarokan re divê bê gotin ku  ev rewş heta demekê wê wiha berdewam bike lê di demekê nêz de wê  bi dawî bibe. Temaşekirina televîzyonê wê zarokan ji civakbûnê dûr bixe û ji ber wê jî hewceye ku em bi tiştên zarokan hînî afirineriyê bikin derûnî û jiyana zarokan biparêzin. Em dikarin di jiyana rojene de berpirsyariyên biçûk bidin zarokan û der heqê plansaziyên rojane de em dikarin nêrîna wan ji bigirin. Ev helwest wê  derûniya wan baş bike û wan bi hêz bike.” 
 
‘Ji bo parastina zarokan divê tedbîrên girîng bên girtin’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe bal kişand ser zarokên ku li kolana dijin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Niha li kolanan bi hezaran zarok dijin. Ev zarokên ku li kolanan dijin nexweşiyên wan ên kronîk hene, ev zarok wê çawa xwe  xwedî bikin, ev zarok çiqas dikarin xwe paqij bikin? Divê hikûmet di vî warî de tedbîran bigre.  Her wiha li girtîgehan  jî bi hezaran zarokên girtî hene û jiyana van zarokan jî di xeterê de ye.  Ji bo parastina zarokan divê tedbîrên girîng bên girtin.”