'Min xwest dengê helbesta min para Rêber Apo be'

  • 09:06 3 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hêvî Xabûr zarokeke ji Serêkaniyê ye. Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan helbestek nivsandiye. Hêvî li ser helbesta xwe wiha dibêjê: ” Min xwest vê carê dengê helbesta min para Rêber Apo be û tê de ez heybeta wî û hezkirinên xwe jê re pêşkêş bikim.”
 
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê, êrîşî Serêkaniyê kir. Di encamê de bi hezaran kes koçberî deverên  weke Hesekê, Til Temir bûn û hwd bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bicihkirina van koçberan Kampa Waşûkanî  ya ku dikeve ser riya Hesekê û Til Temirê, ava kir û tê de gel bi cih kir. Hêvî Xabûr zarokeke Êzidî ye û bi temenê xwe 12 salî ye. Ji ber topbarana dewleta tirk bi malbata xwe re neçarî koçberiyê bûye û li Kampa Waşûkanî dijî. Hêvî  4’ê Nîsanê, pîroz kir û bi hestên xwe yên nazdar helbestek ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nivîsandiye û ji me re parve dike.
 
'Ez li malê xwendina xwe dewam dikim û helbestan dinivîsim'
 
Hêvî di destpêka axaftina xwe de qala êrîşên dewleta tirk dike û wiha domand: ”Di destpêka ku dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kir, dibistana me kir hedef û rûxand. Ji ber topebarana dewleta tirk em neçarî koçberiyê bûn, lê Rêveberiya Xweser ji bo me Kampa Waşûkanî ava kir.  Di kampê de em xwendina xwe dewam dikin, lê niha ji ber belavbûna nexweşiya Vîrûsa Korona, dibistana me hat rawestandin. Ez li malê xwendina xwe dewam dikim û helbestan jî dinivîsim.”
 
'Min xwest vê carê dengê helbesta min para Rêber Apo be'
 
Hêvî bal kişand ser kêfxweşiya xwe ya bi hatina 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: ”Ez pir ji nivîsa helbestan hez dikim. Di her şahiyekê yan jî  munasebetekê de,  ez helbestekê dinivîsim û pêşkêş dikim. Min xwest vê carê dengê helbesta min para Rêber Apo be û  tê de ez heybeta wî û hezkirinên xwe jê re pêşkêş bikim. Jixwe dayika min moralê min baş dike û dihêlê ku girêdana min bi helbestê re qayim bibe.” 
 
'Her helbesteke min nameyekê pêşkêş dike'
 
Hêvî di dawiyê de destnîşanî ser naveroka helbestên xwe û nameyên ku di rêya wê re pêşkêş dike û wiha dawî li gotina xwe anî: ”Di her helbestekê de nameyek heye. Nameya min jî ew e ‘Ez keça Êzidxan im, vîna Kurdistan im, ey terorîst Erdogan nebêje Rêber Apo di zindanê de ye, em fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşînin û bi yekîtiya me, em ê welatê xwe ji dagirkeriyê xelas bikin’. Banga min ji bo rêxistin û saziyên mafê mirovan heye  ku rê li ber dagirkeriya tirkiyeyê were girtin, da ku  em vegerin Serêkaniyê û xwendina xwe li dibistan û warê xwe temam bikin.”