ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 3 Nîsan 2020
  • Rojev
* Malbatên girtiyan tirs û fikarên xwe ya li hemberî belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan anîn ziman û bang li hikûmetê kirin daxwaza serbest berdana girtiyên siyasî kirin. BI DÎMEN 
 
*Rêvebera Sendîkaya Jinên li Malan Dixebitin Gulsum Nazlioglu derbarê kar û xebatên xwe de axivî û got: “Armanca me ew e ku di bin şert û mercên ewile de em bi jinên kedkar re bixebitin û li hemû qadên jiyanê bi hev re têbikoşin.”
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo sedem û armanca derketina Vîrusa Koronayê nirxand. Evînê got ku bi rêya şerekî aborî  dixwazin teşeyekî nû bidin siyaseta cîhanê a nû.  BI DÎMEN 
 
*Parêzera TGS’ê Ûlkû Şahîn, derbarê rojnamegerên girtî de axivî û anî ziman KU bila rojnamegerên girtî demildest bên berdan û wiha got: “Mixabin her çiqas girtîgeh cihek girtîbe jî tu carî wek mala mirovan ne ewle ye. Ji ber wê jî em dibêjin bila rojnameger di malên xwe de bimînin û binivîsin û bila gotinên xwe dîsa binivîsin.” BI DÎMEN 
 
*Xebatkara tendûristiyê  Doç. Dr.  Medîha Ayhan ya ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin diyar ku ew ji xîzmeta tendûristiyê re her tim amade ne û got ku ew dixwazin bi dildarî tevlî pêvajoyê bibin.
 
* Hêvî Xabûr zarokeke ji Serêkaniyê ye. Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan helbestek nivsandiye. Hêvî li ser helbesta xwe wiha dibêjê: ” Min xwest vê carê dengê helbesta min para Rêber Apo be û tê de ez heybeta wî û hezkirinên xwe jê re pêşkêş bikim.” BI DÎMEN 
 
*Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin zêde dibe. Bi zêdebûna van kesan re pîspor û tendûrîstvan jî bangawaziy li maê bimînin dikin. Li ser mijara di mademayînê de ku bandoreke çawa li ser derûniya zarokan dike,  civaknas û endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Jinan a  Rosa  Meral Tekîn axivî. 
 
*Xizmên girtiyan ên ku ji ber Vîrusa Koronayê her ku diçe fikarên wan zêde dibin diyar kirin ku ger tiştekî neyînî pêk bê ew ê Wezareta Dadê berpirs be û wiha gotin:"Em bi hev re têbikoşin û bila zarokên me nemirin." BI DÎMEN
 
*Jinên ku li Wanê dijîn û xwedî bi kar in bertek nîşanî bêtedbiriyê dan û gotin tenê bi gotina li malên xwe bimînin pirsgirêkên giştî û bi taybetî jî ya aboriyê nayê çareserkirin. 
 
*Bi armanca pêdakirina pêwistiyên civakê Kargeha Newrozê kar û xebatên xwe didomîne. Jinên di Kargeha Newrozê de dixebitin gotin:"Xebat ji bo me gelekî girîng e. Xebat jiyana mirovan hêsantir dike." BI DÎMEN