Gundekî Sêrtê kirin bin karantînayê

  • 08:50 3 Nîsan 2020
  • Rojane
SÊRT- Gundê girêdayî Şîrvana Sêrtê ji ber ku testa du kesî pozîtîf derket kirin bin karantînayê. 
 
Walîtiya Sêrtê diyar kir ku gundê girêdayî Şîrvana Sêrtê kirine bin karantinayê. Ji ber testa du kesî ya Vîrusa Koronayê (Kovid-19) pozîtîf derketiye loma walîtiyê diyar kir ku gund kirine bin karantînayê.