Xeta Avê ji ber topbarana li dijî Um El-Kêfê ji xizmetê derket

  • 21:09 2 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro di encama topbarana dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser gundê Um El-Kêf xeta avê ya 1200 ku ji Serêkaniyê tê, heya Hesekê û Şedadê diçe şikest. 
 
Ruxmî bangên navneteweyî ji bo rawestandina şer li Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina derketin û belavbûna vîrûsa koronayê, lê dewleta tirk vê yekê pêk nayîne û ji xwe re wekî fersendekê dibîne ku êrîşên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fireh bike û topbarana wê bi dijwarî dewam bike. 
 
Duh dewleta tirk gundê Ribêat a girêdayî navçeya Zirganê û navçe bi xwe jî topbaran kir û di encamê de 4 sivîl di nav de jinek hebû birîndar bûn. 
 
Îro jî di saet 11:00an de jî dest bi topbarana gundê Eboş û Um El-Kêf kirin. Di encama topbarana gundê Eboş de 2 leşkerên Rêjîmê jiyana xwe ji dest dan û 5 ji wan ku astên wan nehat zanîn birîndar bûn. Her wiha li gundê Um El-Kêf jî sivîlek birîndar bû. 
 
Tevî wê jî Xeta Avê a 1200 ku ji Serêkaniyê tê Til Temir, Hesekê û diçe Şedadê jî ji ber topbaranê ji xizmetê derket û niha golên avê li Um El-Kêf çêbûne. 
 
Li gorî Hevserokê Şaredariyê Mihemed Xelo ji me re diyar kir ku niha werşeyên ku ji bo xetê çêbikin, çûn gund lê nikarîbûn zêde ji ber topbaran û gulebaranê bimînin. 
 
Mihemed got ku niha werşeya avê diçe cihê xetê û li wir wê çiqas e roj ji bo çêkirina wê bixwaze were diyarkirin. 
 
Niha li gundê Um El-Kêf golên avê çêbûn e û her ku diçe jî mezintir dibe.