Jinekê li Hesekê întihar kir
- 21:03 2 Nîsan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Îro jina bi navê Hediya Mihemed El-Heşî ji ber sedemên ku heya niha nehatiye zelal kirin, xwe întîhar kir.
Îro di saet 15:00'an de jina bi navê Hediya Mihemed El-Heşî ku 20 salî ye, bi eslê xwe ji gundê Til Gerabêt a navçeya Til Temirê ye û ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk berê xwe dabûn Taxa Hemra ya navçeya Til Temirê û li vir bicih bûbûn, ji ber sedemên ku heya niha jî nehatiye zelal kirin, xwe întîhar kir.
Li gorî ku Dîwana Edaletê û Asayîşê ji me re diyar kirin ku heya niha lêpirsînên derbarê vê bûyerê de bi dawî nebûye.