Sivîlên Um El-Kêfê: Sîvîlan hedef digirin
- 16:25 2 Nîsan 2020
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Ruxmî bang ên navneteweyî yên ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê lê heya vê kêliyê jî dewleta tirk û hevkarên wê, gundên Navçeya Til Temirê topbaran dikin. Sivîlên ku ji ber tobparanê xwestin xwe bighînin deverên ewle wiha gotin: "Xwedê ji Erdogan re nehêle."
Îro ji saet 11:00'an ve dewleta tirk û hevkarên wê gundê Eboş û Um El-Kêf bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbarana ser gundê Eboş de 2 leşkerê Rêjîma Sûrî jiyana xwe ji dest dan û 5 ji wan jî birîndar bûn. Li gundê Um El-Kêf jî sivîlek bi navê Xalid El-Xidir birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Ş.Lêgerîn, piştî dermankirina lezgîn û a destpêkê, ew rakirin nexweşxaneyên Qamişlo û Hesekê.
Di dema topbaranê de me berê xwe da gund da ku rewşa sivîlan û topbaranê ji nêz ve bişopînin. Sivîlên gund ku ji ber topên dibeziyan da ku xwe bigihînin ciyekî ewle, heta ku topbaran raweste û vegerin gund.
'Sivîl tên hedefgirtin û birîndar jî hene'
Jina bi navê Sebha Xelef ya ji gund ji ber topan direviya û xwest xwe bighîne ciyekî ewle, ku hinek nan û betaniya wê destê wê de bû ev yek got: "Pêş de neçin, dewleta tirk û çeteyên wê gund topbaran dikin, xeterî heye. Sivîl tên hedef girtin û birîndar jî hene."
'Xwedê tola me ji Erdogan hilîne'
Salih Ebd ê 66 salî bû wê jî xwest ku xwe bighîne devereke ewle wiha dibêje: "Top li ser gund wekî baranê tên barandin. Dewleta tirk û çete topan bi ser sivîlan de dibarînin. Ez niha berê xwe didim Til Kêfçî ku nêzî Um El-Kêf e heta ku topbaran bisekine. Înşalah xwedê ji dewleta tirk û çeteyan ne razî be, ku îro me topbaran û koçber dikin. Xwedê tola me ji Erdogan hilîne."
Hêjayî gotinê ye ku heya niha jî topbaran didome û jiyana sivîlan di xeteriyê de ye.