Li Cizîrê HDP’yiyên ku belavok belav kirin hatin astengkirin

  • 15:59 2 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr û Meclîsa Ciwanên HDP’ê ji bo li dijî vîrûsê belavok belav bikin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên ku HDP’yî asteng kirin ev tişt gotin: “Talîmat ji jorê ye, ji Enqereyê ye. Çi xebatên pêwîst hebin qeymaqem rêve dibe. Pêwîstî bi we nîne.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîr a Şirnexê û Meclîsa Ciwanên HDP’ê, li dijî vîrûsa koronayê(kovîd-19) ku li hemû cihanê belav bûye xwestin li navçeya Cizîrê stîckeran belav bikin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêveberiya navçeyê jî tê de ji navçeya HDP’ê heta Dortyolê meşiyan. Li vê derê  Nuran ku li dijî vîrûsê  bang gel kir rastî astengiya polîsan hatin. HDP’yiyan piştî astengiyan derbsî avahiya navçeyê bûn û li vê derê daxûyaniyek kurt dan.     
 
 ‘Di malên xwe de bibînin’
 
Nuran, di destpêka axaftina xwe de li dijî vîrûsê tedbîrên ku bên girtin bi bîr anî. Nuran, anî ziman ku li dijî vîrûsê ji bo gel agahtar bikin belavokan xwestine belav bikin û rastî astengiya polîsan hatine û wiha got: “Me xwest belavok belav bikin. Lê belê em rastî astengiya polîsan hatin. Em vê nezîkatiyê qebûl nakin. Ji ber vîrûsa ku belav bûye Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Cizîrê sûcdar e. Bi rojan e  li ber PTT’ê dor çêdibin. Ji bo vîrûs bê sekinandin divê gel ji bo baqijiyê baldar be. Ev ne karê henekiyê ye. Banga me ji gel ew e ku xwe û gel  ji bo biparêzin dernekevin derve. Di malên xwe de bibînin.”
 
‘Pêwîstî bi we nîne’
 
Nuran, bi lêv  kir ku dema belavok belav kirine rastî astengiyê hatine, Emniyetê ji wan re gotiye “Talîmat ji jorê ye, ji Enqereyê ye. Çi xebatên pêwîst qeymaqem rêve dibe. Pêwîstî bi we nîne.” 
 
Nuran, herê dawî got tu astengî nikare wan bide sekinandin û dê gel agahtar bikin.