Dewleta tirk êrîşî Gundê Eboş kir
- 13:42 2 Nîsan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Îro saet di 11:00'an de dewleta tirk êrîşî Gundê Eboş kir.
Îro dîsa dewleta tirk êrîşî benda kontrolê ya gundê Eboş a Bakurê Navçeya Til Temirê, ku leşkerên Rêjîmê lê bûn û gundê Um El-Kêfê topbaran kir. Di encama topbaranê de kuştî û birîndarê Rêjîmê çêbûn.
Mihemed El-Ehmed (Neqîn) û Ebdelah Sîsan jiyana xwe ji dest dan. Mizyet Ednan Hisêno- Mehmûd Mihemed Hewarê- Qasim Mihemed û Ebdilereham Hesen Bekûr jî birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku heya vê kêliyê jî topbaran li ser gundê Um El-Kêf û Eboş bi dijwarî dewam dike.