Xizmên girtiyan: Tedbîr nayên girtin

  • 09:14 2 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Girtiyên cezayê muebetê girtine yên li girtîgehên cuda dimînin, bi telefonê ji malbatên xwe re diyar kirin ku tu tedbîr nehatine girtin û xwarin beyî lepik û rûpûş tên çêkirin. Xizmên girtiyan jî fikarên xwe anîn ziman û gotin tiştek bibe wê hesabê wê kî bide û divê girtiyên siyasî bên tahliyekirin.
 
Li girtîgehan girtiyên bi tehdîda vîrusa korona re hatin rû hev û ji bilî nederketina personelan ji girtîgehê tu tedbîr nehatiye girtin û girtiyên siyasî tevlî pakêta daxistina înfazê nehatin kirin. Girtiyên hefteyê du caran dikarin hevdîtina telefonê bikin diyar kirin ku li girtîgehan der barê vîrusê de tu tedbîr nehatine girtin.
 
‘Di hucra yek kesî de girtî nikare bê parastin’
 
Dayika girtiyê bi navê Lokman Aslan yê cezayê muebetê lê hatiye birîn û 22 sale girtiye û li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê ye, Hizir Aslan bi lêv kir ku Lokman her tim hatiye surgunkirin û got: “Loman niha sê sale li girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê ye. Ji ber vîrusa korona xistine hucra yek kesî. Bi vî awayî dibêjin qey wê bên parastin. Em dixwazin qanûna efûyê ji bo girtiyên siyasî jî pêk bê. Zarokên me ji ber fikrên xwe cezayên muebetê girtin. Dawiya hefteyê em bi telefonê axivîn. Got ‘xwarin bê rûpûş û lepik’ tên çêkirin.”
 
‘Gardiyan ji bo girtiyan rîskek mezin e’
 
Girtiyê bi navê Heskîm Aslan jî cezayê muebetê lê hatiye birîn, 22 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ye. Hevjîna wî Hatîce Aslan bi lêv kir ku Hekîm nexweşê ulserê ye û got: “Rewşa hevjînê min û girtiyan nebaşe. Gardiyan û xwarinên ji derve tên ji bo wan rîskek mezine. Divê girtiyên siyasî jî di çarçoveya qanûnê de bin. Em vê qebûl nakin.”
 
‘Terkî mirinê kirine’
 
Alattîn Aslan jî li girtîgeha Tîpa L ya Umraniye a Stenbolê ye. Keça wî Berfîn Aslan got dawiya hefteyê bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha dawî lê anî: “Di koxuşa 10 kesî de 20 kes dimînin. Tenê kolonya dane girtiyan. Girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin. Ewlehiya canê bavê min û hemû girtiyan tune.”