Sîham Mela Elî: Ji bo parastina malbat û civaka xwe her kes li mala xwe bimînin

  • 09:13 2 Nîsan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Komîteya Tendirustiyê ya Kantona Hesekê  Sîham Mela Elî, teqez kir ku ji bo rê li ber belavbûna Vîrûsa Korona bê girtin, xweparastin girîng e û wiha got: ”Ev vîrûs nexweşiyeke xeter e. Pêwîst e gel xwe biparêze û li gor biryarên Rêvebriya Xweser tev bigerin.”
 
Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê belav bûye, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û li gorî bijîşkan tu derman jêre nehatiye peydakirin. Rêvberiya Xweser li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel, biryarên qedexekirina derketinê, da. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî, bal kişand ser girîngiya xweparastina ji Vîrusa Korona û got: ”Pêwîst e gel biryaran pêk bînin û bedena  xwe biparêzin."
 
‘Xweparastin girîng e, ji bo wê li mala xwe bimînin’ 
 
Sîhamê da zanîn ku Vîrusa Koronayê xetereyeke mezin e û wiha dewam kir: ”Li tevahî cîhanê ev vîrûs belav bûye, ev nexweşî pir xeter e. Li hember vê nexweşiyê parastin pêwîst û girîng e, ji bo wê  daxwaza me ji her kesî re ew e ku li mala xwe bimînin û tendirustiya xwe û civaka xwe biparêze.”
 
‘Me hemû imkanên xwe xistiyw xizmeta gelê xwe de’
 
Sîhamê di dewamiya gotina xwe de  wiha got: ”Ev demeke me dest bi hin hemleyan kiriye. Di destpêkê de me sazî û cihên giştî derman kir.  Di qonaxa duyem de, me hemû dibistan û bazarên bajêr jî derman kir. Di qonaxa sêyem de jî ya ku niha em tê de kar dikin li hemû kolanan derman tê belavkirin. Li Kantona Hesekê 3 cihên taybet wekî tedbîr ji bo kesên ku nexweş bikevin, me amade kirine. Heya niha hîn tu haletên nexweşiyê  li gel me çênebûne. Me hemû imkanên xwe xistiye bin xizmeta gel  da ku em bikaribin wan ji vê vîrusê biparêzin. Em dikarin bêjin ev têrê nakê pêwîst e gel hîn zêdetir xwe biparêze û bi mere bibe alîkar ku li mala xwe bimînin.” 
 
'Dema tu xwe biparêzî, tê civak û malbata xwe jî biparêzî'
 
Sîhamê diyar kir ku li gorî Desteya Tenduristiyê ya Sûriyeyê heya niha 9 kes bi Vîrusa Korona ketina, yekê jî jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li gotina xwe anî: ”Li derdora me ev vîrûs heye, her kes pêwîst e erkekî cidî  bigre ser milê xwe, ji ber ku dema tu xwe biparêze tê malabat û civaka xwe jî biparêze. Em weke Komîteya Tenduristiyê bi şev û roj ji bo xizmeta gel û parastina civakê li ser piya ne, lê em alîkariya gelê xwe dixwazin ku li malên xwe bimînin û parastina xwe ji vê nexweşiyê bikin.”