Cemal Albayrak ê hewl da Buseyê qetil bike, li gelek jinan santaj kiriye

  • 09:08 2 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Cemal Albayrak li hember Buse Guler hewldana qetilkirinê pêk anîbû û derket holê ku vî kesî berê jî li gelek jinan şantaj kiriye. Buse niha li nexweşxanê tê dermankirin û dayika wê Arzu Guler banga piştgiriyê li rêxistinên jinan û parêzeran kir.
 
Di 22’ê Adarê de li taxa Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê mêrê bi navê Cemal Albayrak bi çekê êrîşê Buse Guler kir. Buse bi giranî birîndar bû û niha li beşa giran a nexweşxanê tê dermankirin. Piştî vê gumanbar Cemal Albayrak jî hat girtin.
 
‘Em her tim li cem keça xwe bûn’
 
Dayika Buseyê Arzu Guler got Cemal Albayrak, xalê hevala lîseyê ya keça min e û wisa hev nas dikin û got: “Hev nas dikin, eleqeyê nîşanê Buseyê dide. Keça min jî hez dike. Lê keça min hîn dibe ku nêzîkatiyên wî yên nebaş hene û li jinên din jî şantaj kiriye. Ji min re got ‘dayê li keçên din jî şantaj kiriye, ez dixwazim dest jê berdim. Derewan dike. Wêneyên keçan bi malbata xwe re parve kiriye’. Min jî got temam. Cemal dibêj ‘ez ê xwe bikujim.’ Ez û hevjînê xwe bi Cemal re axivîn. Lê dest jê berneda. Em her tim li cem keça xwe bûn. Me piştgirî dayê.”
 
Arzuyê daxuyakirin ku Cemal du sal berê li Sarigazî hewl daye ku keça wê birevîne û got: “Me taxa Gazî gilî kir. Polîs got ‘bûyer li vir nehatiye kirin. biçin Sarigazî, der barê wî de îdianameya 20 rupelî heye. Der barê wî de gelek gilîkirin hene’. Yanî li jinên din jî şantaj kiriye. Me berê jî bihistibû. Ji jinan wêne xwestiye. Jinan jî ji ber zextan şandiye. Piştre jî ev wek alava tehdîdê bikar aniye.”
 
‘Daxwaza veqetînê hezm nekir’
 
Arzuyê destnîşan kir ku her tim rastî tehdîdan hatine û li ser vê bi malbata wî re hevdîtin kirine û got: “Malbatê got nexwşe û divê bê dermankirin. 6 mehan dengê nehat. Em niza çawa hat vê rewşê. Keça min jê veqetya bû. Lê wî ev qebûl nedikir. Keça min bi giranî birîndar bû. Rewşa wê cidiye. Jin hemû rastî şîdeta mêr tên. Em hemû jin in. Ez bang li jinan dikim. Ji kerema xwe re zarokên kûr çavsor mezin nekin. Ez bang li hemû jin û parêzeran dikim. Bila piştgiriyê bidin me. Ev ne doza Buseyê tenê ye. Ev doza hemû jinane.”