‘Pakêta darazê ya nû wê rêjeya sûc zêde bike’

  • 09:06 2 Nîsan 2020
  • Rojane
WAN - Civaknas, hiqû‘Pakêta darazê ya nû wê rêjeya sûc zêde bike’qnas û aktîvîstan bertek nîşanê sererastkirina  pakêta darazê dan û diyar kirin ku vekirina riya tahliyeyê ya ji bo gumanbaran wê mexduran carek din mexdur bike û rêjeya sûc jî wê zêde bike.
 
Tê payîn ku 3’emîn Pakêta Darazê ya ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin sibê bê Lijneya Giştî ya Meclîsê. Piştî ku beşeke naveroka pakêta darazê hat serekrastkirin û hat aşkerakirin şûnde bertek jî hatin nîşandan. Di pakêtê de hinek xalên der barê ku wê sûcdarên êrîşa zayendî bên berdan cih girtin û li ser vê ji rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên maf bertek nişan dan. Hikûmetê aşkera kir ku sererastkirin sûcên êrîşa zayendî nahewîne û dîsa girtiyên siyasî jî ji derveyê vê pakêtê hatin hiştin.
 
‘Vê carê jî vîrusa korona dikin hincet’
 
Civaknas Neslîhan Şedal, diyar kir ku parêzvanên mafên jinan û hemû kesên xwedî wijdan vê sererastkirinê qebûl nakin û got: “Vê carê jî vîrus kirin hincet û hewl didin êrîşkaran berdin nav civakê. Daraza heyî gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine bi awayekî adîlane nadarizîne. Ji ‘rewşa baş’ , ‘tahrîkê’ ceza didin û gumanbaran xelat dikin. Gumanbarên ku van sûcan dikin divê bi awayekî herî giran bên darizandin. Lê niha hewl didin gumanbaran berdin nav c ivakê û jin û zarokan carek din bi êrîşan re bînin rû hev.”
 
‘Ji bo jin û zarokan rîsk e’
 
Neslîhanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku wê ev pêkanîn li ser jin û zarokan travmayek duyemîn biafirîne û ligel vê jî wê rîska jiyanê jî bixwe re bîne. Neslîhanê ev tişt vegot: “Ev pêkanîn wê êrîşên zayendî, şîdet zêde bike. Wê cesaretê bide sûcdar û teşwîqê sûc bike.”
 
‘Wê cesaretê bide sûcdar’
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî bi lêv kir ku berdana gumanbaran wê jiyana jin û zarokan bike xetereyê û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Daxistinên ceza cesaretê didin mêr. Teşwîqê sûc dikin. Ev qanûn wijdana civakê birîn dike. Yên ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin ji ber fikr û nêrînên xwe tên gritin. Divê ev girtî di çarçveoaya qanûna înfazê de bên berdan.”
 
‘Efû bû pêşnûmeya xelatê’
 
Endama Komîlsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê Ebru Demîrtepe jî bi lêv kir ku ev sererastkitina înfazê ya nû ji bilî çend sûcan, di hemû înfaza sûcan de ceza dadixîne nîvê û got: “Di înfaza ‘sûcên rêxistînî’ de tu tişt li ber çavan nehatiye girtin. Serokomar di daxuyaniyên berê de diyar kir ku dewlet ancax kesên li dijî xwe sûc kirine dikarin efû bike. Lê di vê sererastkitinê de ji bo girtiyên edlî riya tahliyeyê vedikin û girtiyên siyasî ji derveyê vê hiştine. Rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen di girtîgehan de ne û gumanbarên hişbir û êrîşa zayendî tên berdan.”