Emîne Çetîner: Tedbîr bi duayan nayên girtin
- 09:02 2 Nîsan 2020
- Rojane
Zeynep Durgut -Şehrîban Aslan
RİHA - Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner diyar ku li Rihayê bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û got ku ji bo karkeran di bedela tedbîran de dua tê xwestinê.
Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê jî ji ber bêtedbiriyê heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye û li bi sedan kesî jî ev vîrus peyda bûye. Di vê pêvajoyê de hikûmetê deynê gelek şîrketan jêbir, lê ji bo esnaf û karkeran jî tenê banga 'Li malê bimînin' hat kirin. Gelek partî û rêxistinên sîvîl ên civakî li dijî bêtedbiriyê bi bertekin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Emîne Çetîner diyar kir ku tenê ji gel re dua û sebir tê raberkirin.
‘Hem dibêjin ji malê dernekevin û hem jî ceryanê qût dikin’
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku karker û cotkar ger nexebitin wê birçî bimînin û got:" Di qada tekstîlê de xebat bi awayeke çalak berdewam dikin. Ev jî bi xwe re pêşiya xetereyê vedike. Êşên Rihayê bêriya vîrûsê jî hebûn. Li Riha û Pîrsûsê bi sedan bazirgan debara xwe bi bazirganiya ji derve dikin û piştî 15-20 rojên din cotkar û karker xwe amade dikin ku biçin ser kar. Dîsa, Riha xwedî erdnîgariyeke dewlemende. Lê mixabin bi salane ev qet nehat dîtin û polîtîkayên pir taybet li ser Rihayê tên meşandin. Pergal di nav nakokiyek mezin de ye. Hem dibêje ji malê dernekeve û hem jî di pratîkê de ji ber deynê karkeran yê TEDAŞ'ê ceyrana malen wan qut dike."
'Em bi hişmendiyeke ku li gel nafikire re rû bi rû ne'
Emîneyê bi domdarî diyar kir ku xebatên wan ên paqijiyê û agahdarkirina gel her tim tên astengkirin û wiha domand:" Em wekî HDP’ê li Rihayê di çarçoveya dirûşmeya "Li malê bimîne de" xebatên paqijiyê didîn meşandin. Lê ev xebatên me jî tên şopandin û astengkirin. Di pêvajoyeke wiha zehmet de jî gelek rêvebir û endamên me diğerin û ji bo wan banga ‘werin îfadê dikin’. Li vir AKP bi tu awayî naxwaze gel ji rastiyan agahdar bibe. Em bi hişmendiyeke ku li gel nefikire re rû bi rû ne. Em vê yekê jî bêtedbiriya aboriyê dibînin. Tedbîr bi duayan nayên girtin."
'Em ê her tim li cem gelê xwe bin'
Emîneyê herî dawî da zanîn ku ew ê heta dawiyê li cem gel cih bigirin û wiha pê de çû:" Em wekî HDP'ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê vê pêvajoyê bi piştgirî û yêkitiyê derbas bikin. Em ê tedbîrên xwe bigirin û gelê xwe ji rastiyan agahdar bikin."