Ozlem Gunduz: Ji ber sersariya hikûmetê me dest bi xebatan kir

  • 09:01 2 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Ozlem Gunduz anî ziman ku ji ber kêmasiya tedbîrên Tirkiye wan parastina tenduristiya civakê ji bo xwe wekî erk dîtiye û ji bo ewlehî û parastina civakê xebat dane destpêkirin.
 
Bîlançoya vîrûsa koronayê her ku diçe giran dibe herû daneyên derbarê belavbûn û mirina ji ber vîrusê diguherin. Her welat li dij belavbûna vîrûsê li gorî xwe tedbîran digirin. Li Tirkiyeyê jî di warên tedbîran de tenê banga 'Li malên xwe bimînin' tê kirin. Ji ber kêmaniya tedbîrên Tirkiyeyê û neparstina civakê,  li dijî vîrûsê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleya Hiqûqî û ya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirne (MEBYA -DER), îtîfaka partiyan, rêveberiya herêman û meclîsa ciwanan hatin ligel hev û ji bo parastina civakê maseya krîzê ava kiribûn. Derbarê maseya krîzê endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz ji ajansa me re axivî.
 
'Ji bo hûn zêdetir derkevin derve li mala xwe bimînin’
 
Ozlemê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vîrûsa koronayê ku cara yekemîn li Çînê rû da, diyar kir ku ev şewb gefê li tevahiya cîhanê dixwe û civak di bin xeterê de ye. Ozlemê wiha dest bi axaftina xwe kir: " Vîrûsa Koronayê her ku diçe belav dibe her wiha ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wekî pandemî hat îlankirin. Li Tirkiyeyê jî her ku diçe bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest didin û kesên ku ev şew bi wan re peyda dibe zêde dibe. Dema em li tedbîr û agahiyên Tirkiyeyê dinihêrin em dibînin ku gelek kêm dimînin. Ji ber vê jî divê em vê erkê bigirin ser milên xwe û parastina civakê bikin.  Ji ber van sedeman em  hemû sazî demildest ji bo plansaziyekê  hatin ligel hev û me maseya krîzê ava kir. Di vê çarçoveyê de ji bo tenduristiya civakê, li hemû bajarên me kampanyaya bi navê ' ji bo zêdetir biçî derve di mala xwe de bimîne' da destpêkirin û em vê xebata me berdewam dikin."
 
'Ji bo girtiyan me  kampanyaya îmzeyê da destpêkirin'
 
Ozlemê  berdewamiya axaftina xwe de rewşa girtîgehan bi bîr xist û anî ziman ku ji bo parastina girtiyan li dij vê xetereyê tu gav nehat avêtin. Ji ber vê yekê me jî kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Ozlemê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Derbaskirina vê pêvajoyê herî zêde bi torên piştevaniyê pêkan e.. Di vê çarçoveyê de bi gelemperî li herêman ji bo pêdiviyên gel xebatên me berdewam dikin. Her wiha di vê pêvajoyê de ewlehî û tenduristiya girtiyan di xeterê de ye Ji ber vê yekê me jî kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de gelek saziyan jî îmze da."
 
'Ev pêvajo bandora neyînî li ser jinan dike'
 
Ozlemê di  dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser rewşa jinan a di vê pêvajoyê de û  wiha dawî li axaftina xwe anî: Ev pêvajo bandora neyînî li ser jinan dike. Ji ber ku tundiya  li ser jinê her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber ku di vê pêvajoyê de mekanîzmayên sînordarkirinê ji holê hatin rakirin.. Derbara van mijaran de jî em  bi saziyên jinan re di piştevaniyê de ne."