Zirgan û Ribêata hatin topbarankirin: 4 sîvîl birîndar bûn

  • 22:05 1 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro di encama topbarana dewleta tirk  a li ser Navçeya Zirganê û Ribêata 4 sivîl birîndar bûn û ziyanên madî gîha malê sivîlan. 
 
Tevî bangên Navneteweyî ji bo rawestindina şer li tevahî Sûriyê lê dewleta tirk kiryarên xwe dewam dike. Îro di saetên ber bi êvarî de dewleta tirk û hevkarên wê navçeya Zirganê û gundê Ribêata topbaran kirin.
Di encama topbaranê de 4 sivîl ji wan jinek û sê mêr ku bi navê xwe: Caziya Elî Xirxir 30, Mihemed Xidir Sayil 40, Heysem Yûsif Wizo 25 û Yasîn Remezan Remezan 25 salî ne birîndar bûn û li nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a Til Temir tên dermankirin. 
 
Hêjayî gotinê ku niha Caziya, Mihemed û Yasîn rakirin nexweşxeyên Qamişlo û Yasîn jî di emeliyatê de ye, ji ber ku rewşa wan giran e.