Li dijî zagona înfazê metna hevpar hat parvekirin: Zagona înfazê me dixe nava fikaran

  • 17:10 1 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Rojnameger, nivîskar, hunermend, akademisyen, siyasetmedar, hiqûqnas û parazvanên mafê mirovan jî di navde 245 rewşenbiran li dijî zagona înfazê metna hevpar îmze kirin. Di metna înfazê de hat gotin ger pêdivî, hest û ramanê civakê bê piştguhkirin û cudakariyê texin navberê, dê rojên bêtir zor û zahmet derbas bikin.
 
245 kesên di nav de nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, siyasetmedar, akademîsyan, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên civakî  hene, li dijî pakêta zagona înfazê ya ku AKP û MHPê amade kiriye metna hevpar amade kirin û îmze kirin. Kesên rewşenbîr û pêşengên civakê, bi sernavê "Yekîtî û hevkarî ji bo roj û demên wisa girîng e" daxuyanî dan û xwestin her kes li dijî vê zagonê bertekên xwe bînin ziman. Koma nûnerên pêşengên civakê di metna daxuyaniyê de anîn ziman ku ger pêdivî, hest û ramanê civakê piştguh bikin û cudakariyê texin navberê, dê rojên bêtir zor û zahmet derbas bikin. Rewşenbir û pêşengan xwestin demek berî demekê dawî li vê cudakariyê bê anîn. Komê diyar kir ku ew dixwazin bi hemû beşên civaka xwe re di nava aramî, aştiyê de bijîn û wiha gotin: "Îro tam dem dema yekîtî, hevkarî û tifaqa jiyana hevpar e. Dibe ku sibehê pir dereng be Divê em li dijî Vîrûsa Korona ku bûye bela serê her kesî ji şer xêrê derxin. Dema ku can di talûkeyê de be divê em birdoziyên xwe dînin aliyekî. Divê em zanibin heta ber derî hemû girtîgeh tijî mirov bûne. Di doşekekê de 2 girtî radizên. Divê cudakarî nekevin nava wan. Lê zagona înfazê ku cudakariyê dixe navbera girtiyan pêşkêşi meclîsê kirin. Ev zagona înfazê me dixe nava fikaran. Dewlet kesên li dijî welatiyan sûc kiriye serbest berdide, lê kesên siyasî di girtîgehê de dihêle. Ev zagona înfazê me pir dixe nava fikaran."