Ji bo rojnamegerên girtî kampanya hat destpêkirin

  • 16:23 1 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Ji bo hempîşeyên xwe yên girtî serbest bên berdan Înîsiyatîf Agahiya Te Jê Heye bi hastaga  #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin li ser medyaya civakî kampanya dan destpêkirin.
 
Înîsiyatîf Agahiya Te jê heye (Haberin Var Mı İnisiyatifi) ku di demeke nêz de hatibû avakirin, ji bo berdana rojnamegerên girtî, li ser medya civakî, bi hastaga #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin kampanya da destpêkirin.
 
Di çarçoveya kampanyayê de bi ser navê “Meclis Keremke Peywirê, ji Rojnamegeran re Tehliye” metnek hat amadekirin û bi dîmen re hat parvekirin.
 
Di metnê de ev tişt cih girtin: “Vîrûsa koronayê bi lez li Tirkiyeyê dibe sedema mirina mirovan. Hikûmet hin bergiriyan aşkera dike û rojnamegerên ku ji bilî anîna ziman a nêrîna xwe tiştek nekirine û siyasetmedaran li girtîgehan terkî qedera wan dikin. Li 359 girtîgehên Tirkiyeyê rêjeya têjebûnê ji sedî 127 e. Li gorî daneyên dawîn, ji sedî zêdetir rojnameger 257 hezar hikumxar û 48 hezar girtî hene.
 
Dem kêm dibe. Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî, parlamenterên Yekitiya Ewropayê û Pena Navneteweyî, bangên xwe yên ji bo Tirkiyeyê nû dikin: Bêyî ku bibe derengî girtîgehan val bikin.
 
Lê bi daxuyaniya ku hat dayîn, tê dîtin ku ev bang tên paşguhkirin kirin. Em careke din din dibêjin:
 
Bêyî ku vîrûsa koronayê weke agir bigire hemû girtîgehan, naveroka sererastkirina înfazê berfireh bikin; rojnameger, xwendekar û siyasetmedarên ku ji ber nûçe, daxuyanî û nêrînên xwe memeleya “terorîst” dibînin tevlî sererastkirinê bikin.”