Elîf Kisa hat tehliyekirin

  • 14:59 1 Nîsan 2020
  • Rojane
MEREŞ - Elîf Kisa ya ku hevdîtina wê ya bi girtiyan re wekî sûc hatibû hesibandin û hatibû girtin di rûniştina yekem a darizandina doza li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meraşê de hat berdan. 
 
Li navçeya Elbîstana Mereşê di 3’yê Kanûna 2019'an de Elîf Kisa ya dayika du astengdaran hatibû girtin. Bekîr Kara jî li gel Elîfê hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Elîf û Bekîr îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê hat lidarxistin. Elîf û Bekir ji ber vîrûsa koronayê neanîn dadgehê. Dadgehê li ser dosyaya Elîf û Bekîr lêkolînê pêk anî û di encamê de biryara berdanê da. 
 
Kurê Elîf Kisa, Ahmet Kisa yê wênesaz li ser hesabê xwe yê Twîtterê berdana dayika xwe ragihand û got: “Mizgîniya min li we, duayên we qebûl bû. Dayika min a mîna ferîşteyan hat berdan."