Li Hewlêrê heta niha 167 kesî bi vîrûsa koronayê ketin

  • 14:02 1 Nîsan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federel a Kurdistanê li herêmê heta niha 2 welatî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 176 kesî jî bi vîrûsê ketine. 
 
Hejmara belavbûn û mirinê ya ji ber vîrûsa koronayê her roj diguherin. Her ku diçê li cîhanê bîlanço giran dibe. Roj bi roj hejmara kesên li Herêma Federal a Kurdistanê bi vîrûsa koronayê dikevin, zêde dibin. Wezareta Tenduristiya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 kesên din li Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketine.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 kesên bi koronayê ketine jinin û 2 jî mêrin. Her wiha hate gotin ku her dû welatiyên din jî jinek û mêr in. Wezaretê diyar kir ku ji wan welatiyan yek ji Brîtanyayê vegeriya bû.
 
Bi vê hejmarê re heya niha li Herêma Federal a Kurdistanê 176 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Her wiha rewşa 61 kesan jî baş bûye û 2 welatî jî mirine.