Malbatên Rojava daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kir

  • 13:48 1 Nîsan 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Tirs û fikara malbatên girtiyan piştî belavbûna vîrûsê zêdetir bûn û malbatên Efrînê fikar û daxwazên xwe bi daxuyaniyekê anîn ziman û banga serbestberdana girtiyan kirin.
 
Vîrûsa korona li tevahî cîhanê xistiye bin xetereyê. Malbatên girtiyên siyasî yên Efrînê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyan. Her wiha malbatên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin jî tevlî daxuyaniyê bûn. Malbat wêneyên girtiyan hildan. Daxuyanî ji aliyê birayê girtiyê siyasî Mistefa Sîdo, Selam Sîdo ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya malbatan wiha ye: "Di destpêka dîroka desthilardariya tirkan de heta roja îro hemû siyasetên faşîzm û şovenîzme li ser hemû pêkhateyên di hindirî tirkiyê de tên meşandin. Weke malbetên girtiyên siyasî ên ku ji bo mafên xwe yên rewa di zindanê de ne, bi tundî dadgehkirina neheqî yê ku li ser zarokên me hatiye ferzkirin şermezar dikin û divê tecrîda li ser girtiyan û Rêber Apo bi dawî bibe.
 
Em malbatên girtiyan bang li tevahî sazî û komeleyên navnetewî dikin ku bi erka xwe yê mirovî li gorî peyman û zagonên navnetewî, tevbigerin bi taybet di dema belavbûna vîrûsa korona li tevahî cîhanê ku bi xwe metirsînekê li ser girtiyan çêdike ji bo vê yekê bangawaziya me ji bo civaka navnetewî heye ku zextekê li ser Tirkiyê bide meşandin ta ku girtiyên azadiyê serbest bê berdan û xeteriya korona li ser zarokên me kêm bibe. 
 
Em wekî malbatên girtiyan ji bo azadiya zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin serbest bên berdan."