'Li dijî vîrûsê tedbîr dereng hatin girtin'

  • 13:32 1 Nîsan 2020
  • Rojane
 
 
MELETÎ  - 18 partî, sendika, komele û weqfên li Meletiyeyê ji bo tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê bê girtin daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin di girtina tedbîran de derengmayînek heye û gotin: "Beşek civakê hatiye îzolekirin û beşek civakê jî ji neçariyê karê xwe didomînin."
 
Li Meletiyê partiyên siyasî, sendika, weqf û komele jî di nav de 18 rêxistinan ji ber vîrûsa koronayê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî vê şewba bi lez û bez belav dibe dereng hatiye mayîn û beşek civakê hatiye îzolekirin û beşek civakê jî jiyana xwe ya kar û xebatê didomîne. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev dereng mayîn û du beşiya civakê ne çareserî ye. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê li dijî koronayê extiyar, astengdar, kêmanî, gelên xwecihî, penaber, koçber, bêmal û feqîr neyên piştguhkirin û divê demildest ji bo xebatkarên tenduristiyê wesayîtên taybet werin temînkirin û testa hemû xebatkarên tenduristiyê were kirin. 
 
Di daxuyaniyê de ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê tedbîr hatin rêz kirin û ji bo girtiyan ev bang hat kirin: “Girtîgeh û kişleyên leşkeriyê ji bo belavbûna vîrûsê cihên herî bi rîsk in. Bi taybetî divê li girtîgehan belavbûna vîrûsê li ber çavan were girtin. Heke pêşî neyê girtin dê mirinên komî pêk werin. Ji ber vê yekê pakêta darazê ya di rojevê de divê demildest bi rêbazên demokratîk li ber çavan were girtin. Di çarçoveya daxwazên rêxistinên civakî yên sivîl de lazime girtî werin berdan.” 
 
Daxuyaniya hevpar ji van sazî û rêxistinan pêk tê: SES, Belediye Îş, BTS, BES, Egîtîm Sen, Egîtîm Îş, Eşît Yurttaşlik Der, ÎHD, ADD, ÇGD, CHP, EMEP, ESP, HDP, Sol Partî, TMMOB, PSKAD, Weqfa Zeynel Abidîn.