DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê kampanya îmzeyan dan destpêkirin

  • 10:53 1 Nîsan 2020
  • Rojane
ENQERE - Bi navê "Di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê de, 7 tedbîrên ji bo parastina tenduristî, kar û xwarina gel", DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyan kirin.
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) metna ji 7 daxwazên tevdîrên ji bo têkoşîna li dijî şewba Covîd-19  pêk tê parvekir û dest bi kampanyayê kir. 
 
Daxwazên ku di metnê de cih digirin û daxwaza pêkanîna wan ji hikûmetê tê kirin wiha ne:
 
"*Ji bilî karên bingehîn, ji neçarî, mal ên lezgîn û xizmetê, karên din hemû di pêvajoya şewbê de tavilê bên rawestandin.
 
* Di dema şewbê de derxistina ji kar divê bê qedexekirin, piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayin, ji xebatkaran re destûra bi mûçe bê dayin û maeşê bêkaran bêşert ji mirovên bêkar re bê dayin.
 
* Deynên krediyan, fatûreyên av, elektrîk, gaza xwezayî û ragihandinê di dema şewbê de bêyî bên zêdekirin bên taloqkirin.
 
* Saziyên tenduristiyê yên taybet di vê demê de ji kontrola cemaweriyê bên derbaskirin, welatî bêşert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev xizmet jî bêpere be.
 
* Di koodînasyona têkoşîna dijî şewbê de divê dîsîplîneke tund hebe, nêzîkatiyeke bi zanistî bê nîşandan û agahî bi rengekî eşkere bên parvekirin.
 
* Di serî de ligel doktor û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê, di karên ji neçarî hemûyan de di serî de ekîpmanên parastinê, hemû kêmasî bên çareserkirin, bawerî ji wan re bê dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de dixebitin bi rêk û pêk di testê de bên derbaskirin.
 
* Di dema şewbê de ji bo mirovên xizan, koçber û girtî/hikumxwaran ku weke mirovên dezavantaj tên dîtin, tedbîrên qanûnî û pratîkî yên ku tenduristî û jiyana wan biparêzin bi cih bên anîn."