Dayikên girtiyan bi fikarin: Bila demildest zarokên me bên bedan

  • 09:13 1 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayikê girtiyan bertek nîşanê 3’emîn Pakêta Darazê ya girtiyên siyasî di çarçoveya wê de tune dan û gotin: “Em hemû bi fikar dijîn. Tenduristiya zarokên me di xetereyê de ye. Divê demildest bên berdan.
 
Ji ber vîrusa korona ku her saniye rîska wê mezin dibe, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. Li Tirkiyeyê jî li gorî daxuyaniya dawî ya Tirkiyeyê kesên bi vîrusê ketine 10 hezar derbas kiriye. Bangên heta ji destê we tên ji malê dernekevin tên kirin. Lê li girtîgehan mixabin rewş bi xetere. Girtî nikarin alavên ku xwe biparêzin peyda bikin û ÎHD’ê aşkera kir kul i gelek girtîgehan dezenfektan û rûpûş nedane girtiyan. Federasyona Komeleya Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtiyan re ya MED (MED TUHAD-FED) kampanya îmze û daxwaznameyan da destpêkirin û daxwazên xwe didin bihistin.
 
Malbatên girtiyan jî ji be rewşê gelek bi fikarin û diyar kirin ku divê demildest zarokên wan bên berdan.
 
‘Me ji bo bimrin zarokên xwe neanî dinê’
 
Dayika girtî Veysel Ateş yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye, Aysel Ateş got pisgirêkên cidî li hemû girtîgehan heye û wê di vê pêvajoyê de mezintir bibin û got: “Di hevdîtina dema borî de kurê min got ‘alavên paqijiyê nadin. Em nikarin bi pereyê xwe jî bigirin. Sibehê satilek av didin. Ji bo 5 kesan xwarina têrî du kesan didin. Cenderme bi botên xwe dikevin koxuşan û lêgerînê dikin. Dezenfektan û paqijî tune’. Ez bang li rayedarn, serokomar û wezareta dadê dikim; Me zarokên xwe ji bo bimrin neanî dinê. Hun ji bo tecawizkar diz û firoşkarên hişbirê, çeteyên Aladdîn Çakici efûyê derdixî lê zarokên me heps dikî. Divê wekhevî hebe û zarokên me bên berdan.”
 
‘Ez nikarim biçim kurê xwe bibînim’
 
Ramazan Îldem yê li girtîgeha Tîpa D ya Bafra a Samsunê dimîne jî 27 sale girtiye. Dayika wî Halîme Îldem wiha got: “Ez jinek pîr im. Nikarim biçim kurê xwe jî bibînin. Bû çend sal wisa ye? Gelo hîna têr nekiriye. Kurê min kes nekuşt, tiştek xerab nekir. Ji ber fikrên xwe bi salane girtiye. Hîna ku vîrûsê ew nekuştine divê bên berdan.”
 
‘Ez dixwazim kurê xwe bibînim’
 
Mesut Dogan jî li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ye. Dayika wî Hasîne Dogan jî wiha berdewam kir: “Mesut 3 salan li Amedê ma û piştre surgunê Osmaniyê kirin. Em rojekê çûn hevdîtinê lê gotin surgunê Tekîrdagê kirine.Ji wê rojê şûnde 4 sal derbas bû. Min hîna kurê xwe nediye. Kurê min nexweşe. Ji me dur e. Min gelek bêriya wî kiriye. Ez dixwazim bibînim.Kurê min nexweşe. Ji ber vîrusê em bi fikarin. Divê demidlest dewlet zarokên me berdin û ew jî ji vê qanûnê fêdeyê bigirin.”
 
‘Keça min got gelek girtî agirê bedena wan bilinde’
 
Dayika Medya Aslan ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê jî dimîne, Gulperî Aslan ev tişt got: “Min roja pêncşemê bi keça xwe re di telefonê de axivî. Keça min got ‘Dayê agirê bedena me hemûyan zêde ye. Em piranî nexweşin. Ava tuwaletan tê birî. Dayikên 70 salî li vir hene’. Keça min ji xwe nexweşa astimê ye. Em dixwazin di vê pakê de zarokên me jî cih bigirin.Divê ji bo her kesî edelet hebe. Şev û roj ew di hişê me de ne.”
 
‘Ez naxwazim mirina zarokekî xwe yê din bibînim’
 
Dayika girtiyê bi navê Delîl Tekîn yê li girtîgeha Alîaga ya Şakranê girtiye, Gurbet Tekîn wiha bertek nîşan da: “Delîl 10 sale girtiye. Ji sê xalî ceza girt. Ji xalekê 13 sal û nîv, ji yekê 2 sal û ji ya din jî salek û nîv ceza danê. Girtîgehê înfaza wî neşewitandine. Li ser vê jî korona derket. Zarok li wir nikarin xwe biparêzin. Divê demildest zarokên me bên berdan. Ez êdî naxwazim zarokekî min yê din bimre.”
 
Dayika girtiyê bi navê Delîl Ufak yê li girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê dimîne, Fehîme Ufak jî bang kir ku divê Delîl û hemû hevalên wî bên berdan û got hîna ku vîrus li girtîgehan belav nebûye divê bên berdan.
 
Dayika girtiyê bi navê Rêber Îldem yê li girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê dimîne, Koçerî Îldem jî ev tişt îfade kir: “Kurê min 10 sale girtiye. Ji ber dure em nikarin her tim biçin bibînin. Kurêmin ne roja xweş ne jî ya xerab de ligel me bû. Gelo wê heta kengê wisa bidome. Ciwantiya wan li girtîgehan derbas bû. Êdî bes e. Em dixwazin girtiyên siyasî jî ji 3’emîn pakêta darazê fêdeyê bigire.”