Nejla Kurul: Me xwe xistiye navenda jiyanê

  • 09:11 1 Nîsan 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Akademîsyen Nejla Kurul diyar kir ku di navbera vîrusa li Çînê derketiye holê û hilberîna xurekê ya endustriyel a 20 salên dawî de gelek mezin bûye de têkiliyek heye û got: “Derketina vîrusê ya li Çînê ne tesadufe. Li Çînê ji ber nifûsa zêde dibe, bê xwedîkirin, 50 sale hilberîna xurekê mezin bûye. Ne tenê li Çînê li hemû dewletan mezinbûn hat jiyîn.”
 
Vîrusa Korona ya li bajarê Vuhan ê Çînê derket holê li hemû cîhanê belav bû û hemû welat xistin bin bandora xwe. Ligel hemû nîqaşan mijarên wekê ‘krîza vîrusê wê kapîtalîzmê çawa biguhere’, ‘pergala nû ya cîhanê’, ‘texrîbata ekolojiyê’ û ‘nokteya bikarhêneriya nezanîbûnê hatiyê’ jî tên nîqaşkirin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê û akademîsyen Nejla Kurul ya ji zanîngeha Enqereyê bi KHK’ê hat îxrackirin, der barê vîrusê û tayînkirina qeyûman de pirsên me bersivand.
 
*Li cîhanê demeke dirêje bi hilweşîna kapîtalîzmê re di ekolojiyê de texrîbatên cidî pêk hat. Ev vîrus alarma çi dide me?
 
Gabrîel Garcîa Marquez dibêje ‘Şewba herî xerab mirov e bêguman. Niha gotina herî tê gotin: Vîrusa herî xerab koronaye. Gelo vîrus sûcdar e? Gelo di navbera her du şewban de beramberî tune. Çi bê çandin wê ew bê çînin. Mirovahiyê zirarek mezin daye xwezayê. Krîza demsalî, tunebûna zindiyan, tunebûna xurekê, bikaranîna hebûnên xwezayî…
 
Qadên çandiniyê yên berê gelek zêde bûn, kêm bûn. Ev qad îro li gorî daxwazên mirovan hatine girtin. okyanus, gol, çem ziwa bûn. Li dijî çavkaniyên herêmî êrîşên cidî hene. Di çend sedsalên dawî de her qadên çandiniyê li gorî daxwazên mirovan hatin dorpêçkirin.
 
Me têkiliya beramber a mirovan û yên ne mirov ji bîr kiriye. Me xwe danî navenda jiyanê. Me xwe ji xwezayê cuda kir, em bi vê jî sînor neman, me xwe li dijî xwezayê kir efendî. Me êrîşê hemû tiştên ku ne mirov in, kir. Me binpê kir. Navê vê maşîneya çavsor jî kapîtalîzm e. Ev serdestiya mriovan û kapîtalîzmê bêguman di belavbûna vîrusê de xwedî bandorek mezine. Kapîtalîzm ji vîrusên kujer re rê vedike. Derketina vîrusê ya li Çînê bêguman têkliya wê bi hilberîna xureka endustriyel a ku 50s ale her diçe mezin dibe ve heye. Li Çînê ji bo nifûsa zêde bibe bê xwedîkirin di hilberîna xureka endustiriyel de mezinbûnek mezin pêk hat.
 
Vîrus vê dibêje: Tenê dixwazim bijîm. Bedela vê jî ev eve ku we ji kesên herî zêde hez dikin veqetînim, navbera fîzîkî bikim navbera we; jiyana ku we ji bo sewalan afirandiye, ji bo we jî pêk bê.
 
*Dibêjin ev vîrus ji bo her kesî wekhev e. Lê dema mirov dinêrin li gorî çînan diguhere. Hun der barê vê de çi dibêjin?
 
Korona li her bedenê dikare xwe bicih bike. Di vê mijarê de vîrusek wekheve. Ji bo her kesî bêguman vîrusek xerab e. Lê mixabin li gorî temen, ciwanbûn, kal û pîrbûn, hêza fîzîkî ya beden, xwedîbûnê, kesên bi nexweşiya kronîk ketine, diguhere. Yanî ji bo xizan, karker, kesên bê mal, penaber, kesên baş xwedî nabin, kesên kal û pîr bêguman bi zirar e.
 
Her wiha piştî ku beden bi vîrusê ket, derfetên li malê û xizmeta tenduristiyê jî li gorî çînan diguhere. Her wiha ger desthilatdarî li hemû bajaran wek hev li nexweşxaneyan ekîpmanan peyda neke bêguman ev jî ji bo dermankirinê newekheviyê peyda dike.
 
*Em dikarin bêjin ku ev vîrus tolgirtina xwezayê ye?
 
Em zindiyên xwezayê ne. Her tiştê xwezayê ji avê bigire heta hewaya, em qirêj dikin di bedena me de ye. Fêkî û sebzeyên GDO di bedena me de ye. Di vê rewşê de gelo xweza ji tolê digire? An jî zirara em didinê ji ser bedena me derdixe. Ger em behsa tola xwezayê bikin, xweza wek dijmin wek nefret li xwezayê vedigere. Yanî divê ev wek mudaxaleya li hember xwezayê bê xwendin.
 
*Di salên dawî de şewbên wek SARS, çûk û bezaran derket û piştre jî ya korona. Pispor diyar dikin ku wê ji vir şûnde şewbên hîn bêtir xera derketin. Ev tê çi wateyê. Dewlet li dijî van çi tedbîran digire?
 
Korona niha ji 170’ê zêdetir welatî hatiye dîtin. Beyî Antartîkayê li hemû deverê hatiye dîtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wek ‘pandemî’ îlan kir.
Dewleta 4 meh şûnde tedbîrên bi bandor girtin. Derket holê ku ji tecrubeyên berê ders nehatiye girtin. Mînak AKP’ê di butçeyê de rezervên wek ‘akçeya hewcedariyê’ ku ji bo rewşên awarte divê bihata bikaranîn, ji zûde qedandibû. Lê wek tê zanîn di pêvajoyên wisa kurt de jî jiyana bi hezaran kesî bi awayekî neyînî bi bandor dibe.
 
Desthilatdariyên siyasî di van pêvajoyan de ji bo pir kêm bi bandor bibin heta ji krîza siyasî rantê bidets bixin sansurek mezin jî pêk tînin.
 
*Serokomar di pakêta aşkera kir de peyama ‘wê bi dua û sebrê’ ev vîrus bê derbaskirin, da. Li derve bi mîlyonan kedkar ji bo jiyana xwe bidomînin dixebitin û tu tedbîr ji bo wan nehatiye girtin. Rewş evqas cidiye. Hun helwesta hikûmetê çawa dinirxînin?
 
Hejmar her diçe zêde dibe û ew jî ferz dikin ku ‘li malê bin’. Lê zêde rê û rêbazên gel û kedkaran tune. Ger ev mirov piştgiriyeke aborî ya cidî negirtin wê çawa bikin. Wêçawa xurek stok bikin. Dewlemend wek kedkaran ne ferze bixebitin. Em tweetên wezareta tenduristiyê dixwînin. Dibêjin dernekevin derve. Di vê pêvajoyê de qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Îhale ya projeya Kanal Stenbol pêk anîn. Ev jî tê wteya ku pisgirêkên aborî û ekolojîk li ber çavan nayê girtin. Li aliyê din jî hikûmet ji bo parastina mîlyonan karkerî jî seb û dua pêşniyar dike.
 
*Yek ji mijarên girîng ya rojevê qada tenduristiyê ye. Divê ev qelsî çawa bên çareserkirin? Pêngavek çawa bê avêtin?
 
Di rêveberkirina vîrusê de pirsgirêkên cidî hene. Wezareta tenduristiyê diyar dike ku hewcedarî bi xebatkarên tenduristiyê heye û dibêjin wê 32 hezar personel bigirin. Xuyaye ku hewcedarî pir zêde heye ku dibêjin wê 32 hezar karkerî îstîhdam bikin. Lê nabêjin ji bo kîjan kadoryan hewcedarî heye. Di dema OHAL’ê de bi hezaran kedkar ji kar hatin îxrackirin. Yanî ji xwe hewcedarî bi kedkarên tenduristiyê hebû. Di van rojan de ji xwe zêde hewcedarî pê heye. Ji ber vê jî divê demildest karker bê radestkirin.
 
* De barê rewşa girityan de hun çi dikirin? Wê badorek çawa li ser civakê bibe?
 
Divê li gorî rêgeza wekheviya înfazê ji bo girtiyên siyasî jî heman helwest bê nîşandan û ji ber xetereya vîrusê girtiyan bişînin malên wan. Di hawireke ku vîrus gihiştiye asteke tehdîdê dewlet nikare mafê girtyan biparêze. Li gorî destura bingehîn her kes xwedî mafê wekhe ve.
 
*Hun der barê qeyûman de çi difikirin?
 
Ji ber vîrusê derfet dîtin ku qeyûm tayînkirin. Bi rastî hişê mirovan naire. Ji bo welatekî ku demokrasî gelek şûnde ketiye, tayînkirina qeyûman wek derfeta siyasî hatiye dîtin. Di têkoşîna li dijî vîrusa korona de, cidiyet li ber çavan nehatiye dîtin û li pey rantê çûne.