‘Parvekirinên li ser medya civakî tundiyê meşru dikin’

  • 09:09 1 Nîsan 2020
  • Rojane
Medya Uren -  Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama pêkhateya Mor Çatiyê Hale Çelebî derbarê encamên ku wê îzolasyona sosyal bi xwe re bîne de diyar kir ku parvekirinên medyaya civakî ên di vê pêvajoyê ji bo jinan tên kirin wê rê li ber qetlîamên nû veke û divê ji bo jinan di vê pêvajoyê de ewlehiyek berfireh bê girtin.
 
Li gorî daneyên Pisporan ên neveneteweyî tê gotın ku wê bi vîrusa Koronoyê (COVİD-19) re tundîya li malê û qetlîama jinan zêdetir bibe.  Lewra li Tirkiyê di rojên destpêkê de îzalasyona sosyal bandora xwe nîşan da û rêjeya tundiyê li ser jinan zêde bû. Jimara jinên ji bo alikariyê bi cihê rayedar re dikevin têkiliyê zêde bû. Endama pêkhateya Mor Çatiyê Hale Çelebî bi nirxandina rewşa heyî re diyar kir ku pêwîste hikumet ewlehiyan bigire. Hale got li gel van pirsgirêkan pirsgirêkek heyî jî parvekirinên li ser meda civakî ne ku tundiyê meşru dikin. 
 
‘Divê ewlehiyên li hember tundiyê neyên îhmalkirin’
 
Hale bal kişand ser nexweşiya koronoyê a ku cîhan xistiye bin bandora xwe û wiha got: “Ji ber pêşî girtina li hember belavbûna vîrusê hinek ewlehî hatin girtin ku ya sereke li mal mayîna hemû ferdên civakê ye. Kesên xebatkar ji neçar man di mal de kar bidin berdewamkirin yan jî weke betlaneyê di mal de bimînin. Bi vê yekê re îzalasoyana civakî jî  rû da. Ji vê rewşa di mal de mayînê herî zêde jin wê bandor bibin ku di roja îro de em dibin şahide wê. Her çendî ku em hin caran bibin şahidên van bûyeran jî piranî tundî di malê de bêyî kesek bibe şahid pêk tê. Bi taybet karantîna wê ji bo jinên bi hevjîn, partner, bira an malbata xwe re dijîn re bibe pêvajoyek giran ku tê wê wateyê wê jin li gel failan bimîne.  Maleke ku têde tundî were pêkanîn wê ji bo zarok û jinan ne ewle be. Lewra tundî her ku diçe zêde dibe, di vê pêvajoya karantînayê de mayîna jinan a li gel faîlan wê bi xwe re xetereyên cur bi cur ên girîng bîne. Sîstemên ji bo ewlehiya jinan ketine meriyetê wê bi sedemên nexweşiya koronoyê re werin îhmalkirin.  Ger ewlehî neyên girtin emê bi karasetên hîn mezintir re rû bi rû bimînin.”
 
‘Rêyên serlêdanê divê were hêsankirin’
 
Hale got dikarin ji nexweşketina jinê re ango ji tundiya li ser jinê re bibin asteng û ev ne zor e. Heleyê anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê ewlehek mezintir ji jinan re werin girtin.  Ango wê karasetên ji vîrusê rû bidin pêk bên. Hale wiha berdewam kir: “ Telefon û rêyên piştevaniyê û xizmetê yen ji bo jinan  ku  pêşî li ber tundiyê digirin divê aktif bin ango ji bo xwe gîhandinê divê rêbaz werin nîşandan. Heta niha di rewşên  awarte de ji bo kesên telefona smart bi kar tînin programa (Serîlêdana Piştgiriya Jinê) KADES a ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hatiye pêşkêşkirin,  dikare were bikaranîn. Bi rêya vê bernameyê bi yek tuşê polîs dikarin werin cihê bûyerê. Divê li hemberî tundiyê em hemû di nava xebat û piştevaniyê de bin. Di vî alî de berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan.”
 
‘Divê ne jin fail ji malê werin durxistin’
 
Hale got ger em rewşa heyî bigirin ber çavan di rewşên awarte de divê ne jin ji malê werin durxstin, ango divê fail ji malê werin durxistin. Hale, anî ziman ku ji bo faîl nikaribe  were malê û gefan neke dikarin ewlehiyên weke guhertina klîda malê bigirin û wiha berdewam kir: “Li gorî darezandina qanûn û peymana navneteweyî divê xanî were beşkirin ku divê qanûn were pêkanîn. Li gel van yekan divê  ji bo jinan di aliyê malî de alîkarî were dayîn. Bi taybet jinên ku nexweşiya wan a kronîk heye û nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin divê piştvanî ji bo wan were kirin.”
 
‘Parvekirinên tên kirin ji qetlîaman re zemînê diafirîne’
 
Haleyê bal kişand ser pirsgirêkên jin di malê de dijîn û wiha got: “Di medyaya civakî de parvekirnên wekî ‘di mal de jin, ji derve vîrus’ tên parvekrin. Ev yek ji bo rê li tundiya li ser jinan fireh bikin tên kirin. Ev dibe sedem ku zemînek ji qetlîman re were afirandin. Di vê pêvajoyê de ku her kes bi vîrusê re mijul dibe ango deruniya civakê di van aliyan de ne rehet de zilam dimînin li benda jinê. Lê divê bi wan re binin alîkar . Li gel her tiştê barek din dixin ser milê jinê. Dema jin van yekan pêşwazî neke ji weke jina xerab tê pênasekirin. Parvekirinên li ser meday civakî ji ji qetlîaman re zemînê amade dikin.”