‘Di înfazê de divê wekhevî pêk were’

  • 09:05 1 Nîsan 2020
  • Rojane
Medya Uren-Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama Rêveberiya MED-TUHAD-FED’ê Dîlek Ozer têkildarê kampanyaya ji bo girtiyan dane despêkirin axivî û wiha got: “Jiyana girtiyan her ku diçe dikeve xeterê û ne hikumet ne ji rayedar gavê diavêjin.  Li ser serlêdanên malbatan me kampanya da destpêkirin. Lê malbatên hayê wan ji vê kampanyayê tüne ye hene. Divê malbat ji bo piştgiriyê serî li Wezareta Dadê bidin.”
 
Nexweşiya Koronoyê (COVİD-19)  a ku ji  11’ê Adarê  de ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ve wekî şewba  ‘pandemî’ hat îlankirin di demek kurt de Tirkiyê xist bin bandora xwe. Ji bo ewlehiyan roj bi roj tedbîr tên girtin, rexmî ku yek ji cihên herî zêde di bin metirsiyê de girtîgehin jî ji dervey qedexekirina hevdîtinê tu tedbîrên din nehatine girtin. Rêveberiya Federesyona Komelelyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) têkildrê metirsiya li girtîgehan kampanyayek da destpêkirin. Herî dawî ji malbatên girtiyên di gitîgehên tîpa T yê de dimînin daxwaz kirin ku bi riya (CİMER) ê bi Serok komar re hevdîtinê bikin. Endama Rêveberiyê ya MED TUHAD-FED ê Dîlek Ozer girêdayî vê kampanyayê ango pirsgirêkên di girtîhean de tên jiyîn nirxandina xwe bi ajansa me re parve kir.
 
 ‘Li girtîgehan girtina tedbîran di destê hikumetê de ye’
 
Dîlek di destpêka axaftina xwe de karaseta koronoyê û bandorên wê bibîr xistin û got ji ber têkoşîna li hember koronoyê hemû welat di hewildanê de ne. Lewra yek ji cihên di metirsiyê de ne girtîgehin. Dîlek wiha berdewamî da axaftina xwe: “Her roj hişiyariyên jihevdûrbûn û paqijbûnê tên kirin. Lê di girtîgehan de pêkanîna van di destê hikumet û rayedaran de ye. Mixabin jimara kesên di girtîgehê de di ser kapasîteyê re ye. Ya herî girîng jî  jimarek zêde kesên temenê wan mezin, zarok û kesên nexweşiya kronîk bi wan re heye di girtîgehan de dimînin. Di vî derbarî de malbat gelek bi tirsin. Ango jimarek zêde ya malbatan serî li komeleyan didin. Ji ber vê sedemê ji me pêwîstî pê dît ku kampanyayek bidin destpêkirin. Bi îlankirina şewbâ pandemî re Wezîrê Dadê hevdîtina li zindanan qedexe kir. Li rexa wê tê zanîn ku hevdîtina bi telefonê tê kirin ji gelek sînordar e. Hevdîninên bi parêzeran re ji ber bi çavanin. Ji van nêzîkatiyan em fêr dibin ku tedbîr û ewlehiyên rayedar digirin ji rêzê û ne cidî ne.”
 
‘Di girtîgehan de karaset mezin e’
 
Dîlekê bal kişand ser girtina biryarên wezîrê Dadê û diyar kir ku biryarên adîl û wekhev nayên girtin. Dîlek wiha berdewam kir: “Wezîrê Dadê bi qedexekirina hevedîtinan re pêwîst dikir ku demjimêra hevdîtina bi telefonê re dirêj bike. Lê nêzîkatiyek bê cidiyet hat pêşandan û ev birayara dirêjkirina hevdîtinê di gotinê de ma. Lewra di van hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatiye kirin de karaseta li wir derket holê. Ev karaset weke ne pêkneanîna tedawiyê, ne dayîna maske, lepik û dezefenktanan, di kantînan de melzemeyên paqijiyê bi bi bûhayek zêde firotin û di gelek girtîgehan de ji sîstematîk dezefenkte nekirin e. Lewra ev tê wateya bi tu awayî ewlehî nayên girtin. Em weke rêvebirên MED TUHAD-FED ê di derbarê kampanyayê de nîqaşên berfireh didin meşandin. Me vê pêvajoyê bi komeleyên xwe ên din re meşand ku armanca me ew e em hîn bêhir serkeftî bixebitin.”
 
‘Hevdîtin hatin qedexekirin lê hatin çuyîn heye’
 
Dîlekê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku di dema hevdîtinên heftane yên ku ji gelek malbatan pêk dihatin de, hatiye ragihandin ku amurên parastinê ên tendurustiyê dihatin belav kirin, lê qawuş û cihên hevpar tên karanîn nayên dezenfektekirn. Dîlek anî ziman ku ji bo mlbat û parêzeran jî heman pirsgirêk tên jiyîn û  wiha berdewam kir: “Peywirdarên di girtîgeohan de dixebitin bê ewle û bê hasasiyet nêz dibin. Ango jiyana bi hezaran girtiyan ji dixin nava metirsiyê. Çiqa girtî li gor derfetên xwe ewlehiyan bigirin jî nikarin xwe bi parêzin. Ji ber ku li hemberî gefên ji derve bê parastin in. Ji derve ber bi hindir ve hemû çun û hatin cihê metirsiyê ango ji bo nexweşiyê zemîn e. Lewera di van karasetan de pêwîste pêşnumeyên qanûnê guncav bin, cihê herî bi ewle male ku divê girtî ji li gel malbata xwe bin. dewletên ku bi qanunên dijwar re xwe didin meşandin ên weke Îran û Bahrayn jî girtiyên sîyasî berdan. Ji ber wê yekê di serî girtiyên nexweş ku di talukê de ango hemû girtiyên sîyasî divê werin berdan.”
 
‘Bi lezgînî deriyê girtîgehan vekin’
 
Dîlekê bi bîr anî ku hemû girtî di bin temînata hikumetê de ne. Lê di vê pêvajoyê de em dibînin ku hikumet erka xwe pêknaîne. Dîlek got girtî bi qedera xwe re tenê hatine hêştin û wiha berdewam kir: “Divê hikumet bi lezgînî dev ji vê nêzîkatiya xwe berde. Di guhertina înfazê de divê wekhev nêzîkatî pêşkêş bike. Em ji bo vê yekê bi israr bang dikin. Ger ev nêzîkatî wiha berdewam bike encama wê nayê fikirîn.