ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2020’AN

  • 09:00 1 Nîsan 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan a Şehbayê dijîn li ser xeteriya Vîrusa Korana û tedbîrên hatine girtin axivîn û gotin: "Belavbûna Vîrusa Korana metirsiyek û xeteriyek mezin li ser jiyana mirovan dide avakirin, divê mirov xwe baş ji vê vîrûsê biparêzin." BI DÎMEN
 
*Jinên ku di Dirûnxaneya Şehîd Viyan de dixebitin li dijî Vîrusa Korona cil û rûpoş amade dikin. Jinan gotin: "Pêwist e ku em ji bo her tiştî amede bin. Bi hêviya ku her kes xwe ji Vîrusa Koronayê biparêze." BI DÎMEN
 
*Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver, li gorî derfetên xwe li Mexmûrê li dijî koronayê tedbîr girtine û got: "Li wargehê hevcedarî bi xebatkarên tenduristiyê nîne, lê belê hewcedariya me bi amûrên tenduristiyê heye. Dema amûrên tenduristiyê tune bin em nikarin bixebitin. Ji bo amûrên tenduristiyê em bang li saziyên mafên mirovan dikin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya MED-TUHAD-FED’ê Dîlek Ozer têkildarê kampanyaya ji bo girtiyan dane despêkirin axivî û wiha got: “Jiyana girtiyan her ku diçe dikeve xeterê û ne hikumet ne ji rayedar gavê diavêjin.  Li ser serlêdanên malbatan me kampanya da destpêkirin. Lê malbatên hayê wan ji vê kampanyayê tüne ye hene. Divê malbat ji bo piştgiriyê serî li Wezareta Dadê bidin.”
 
*Ambargoya li ser wargeha Penaberan a Mexmûr 9 meh li pey xwe hişt û niha jî gelê Mexmûrê di bin gefa vîrûsa koronayê de ye. Parlementera HDP'ê Feleknas Uca diyar kir ku rêya yekitiya Gelê Kurd bi çareserkirina pirsgirêka Mexmûrê ve girêdayî ye û ev pirsgirêk divê were çareserkirin.
 
*Di çarçoveya dirûşmeya "Li malê bimîne" de  Kom Mûzîk  wê li ser hesabên xwe yên civakî  bi weşanên zindî  xwe bigihîjin hûnerhezan.
 
* Di pêvajoya ku li dijî vîrusê têkoşîn dihat meşandin de ji bo 8 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarên Îdir, Giyadîn û Panosê yên HDP’ê bakişandin ser xebatên li dijî vîrusa korona û gotin: “Hemû cîhan li dijî vîrusê têdikoşe lê AKP’ê li dijî destkeftiyên gel şer daye destpêkirin.”
 
*Endama pêkhateya Mor Çatiyê Hale Çelebî derbarê encamên ku wê îzolasyona sosyal bi xwe re bîne de diyar kir ku parvekirinên medyaya civakî ên di vê pêvajoyê ji bo jinan tên kirin wê rê li ber qetlîamên nû veke û divê ji bo jinan di vê pêvajoyê de ewlehiyek berfireh bê girtin.
 
*Akademîsyen Nejla Kurul diyar kir ku di navbera vîrusa li Çînê derketiye holê û hilberîna xurekê ya endustriyel a 20 salên dawî de gelek mezin bûye de têkiliyek heye û got: “Derketina vîrusê ya li Çînê ne tesadufe. Li Çînê ji ber nifûsa zêde dibe, bê xwedîkirin, 50 sale hilberîna xurekê mezin bûye. Ne tenê li Çînê li hemû dewletan mezinbûn hat jiyîn.”
 
* Xwendekara zanîngehê Derya Ozturk diyar kir ku piştî vîrusê navber dane perwerdehiyê û der barê ku wê rewşa perwerdê çi bibe de fikarên wan hene û got: “Tedbîrên ku divê destpêkê bihatana girtin nehatin girtin û ji ber vê navber dan perwerdê. Ji vir şûnde em nizanin ku wê çi gavê bavêjin. Di serê me de gelek pirsnîşan hene.”
 
*Parêzer Tuba Torun diyar kir ku di çarçoveya ‘qanûna efûyê’ de daxwazkiririna tahliyeyê û daxistina ceza a ji bo sûcên li hember jinan û îstîsmara zayendî tê xwetin û got ev jî wê bibe sedema şîdeta li ser jinê û got: “Di pêvajoyên şer nexweşî û krîzên aborî de herî zêde jin hedef tên girtin û divê jin li dijî van êrîşan amade bin.”
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş diyar kir ku çapemenî yek ji berpirsên herî mezin yên bûyerên di civakê de pêk tê ne ye û got: “Divê li dîmenên di nokteya cînayetên jinan de baldar bin. Divê ji ziman û dîmenên pornografîk yên şîdetê diafirînin xwe dur bigirin. Di vê mijarê de hemû kesên xwedî agahî berpirsin.
 
*Dayikê girtiyan bertek nîşanê 3’emîn Pakêta Darazê ya girtiyên siyasî di çarçoveya wê de tune dan û gotin: “Em hemû bi fikar dijîn. Tenduristiya zarokên me di xetereyê de ye. Divê demildest bên berdan.