Nuran Îmîr: Demildest deriyên zindanan vebikin

  • 22:01 31 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX -  Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê li ser rûpela xwe ya malpera civakî ya Facebook’ê bi weşana zindî di derbarê pêvajoyê û rewşa bajêr de nirxandin kir. Di weşana zindî de Nuran Îmîr, bang li hemû gelan kir ku ji bo girtiyên siyasî bên tahliyekirin dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Ger îro ew deriyên zindanan neyên vekirin mixabin dê deriyê mirinê bên vekirin. Ger ku di girtîgehan de hevalên me jiyana xwe ji dest bidin berpirsyarên wê hikûmet e."        
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li ser rûpela xwe  ya malpera civakî ya Facebook’ê bi weşana zindî di derbarê pêvajoyê û rewşa bajêr de nirxandin kir. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz û Serokê Saziya Odeya Bijîjkan ya Şirnexê  Bijîjk Serdar Kunî tevlî weşana zindî bûn.
 
Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtîgahn. Nuran, di destpêka axaftina xwe de banga hişyariyê kir ku li dijî vê nexweşiya belav dibe xwe biparêzin.  
 
Nuran, bal kişand ser  pakêta înfazê ku îktîdarê careke din ji nû ve anî rojevê û wiha got: “Bi vê pakêtê kesên girtî yên edlî dixwazin tahliye bikin. Lê belê em dibêjin bila girtiyên siyasî jî bên tehliyekirin. Bila girtiyên siyasî jî ji vê bê par nemînin. Vî barî divê em ne bi tenê li ser milên malbatên girtî bihêlin. Divê ev deng li her qadê bilind bibe. Divê em mafê wan biparêzin û parastina mafê wan jî ji bo civaka me esas e. Divê ji hêla gel de jî bi rê ya kampanya û daxwaznameyan jî şiyariyê ava bikin. Girtîgeh di bin xetereyek mezin de ne. Ger di girtîgehan de hevalek me nexweş bikeve an jî îhtîmala vîrûs bi pê re derbikeve felaketek mezin dê bi pê re were. Bi vî awayî jî dibe ku hemû hevalên girtîgehê bikevin bin vê sînorê nexweşiyê. Ji ber wê jî divê em dengê xwe bilind bikin û pêşiya vê bigirin.”
 
‘ Divê em rol û mîsyona hikûmetê tim bînin bîra wan’
 
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de got piştî ev  nexweşî dest pê kir û belav bû saziyên bijîjkan daxwaz kirine ku demildest hemû girtî bên tahliyekirin. Nuran, ev tişt got: “Li gelek welatan  ji vê daxwaziyê re bersiv dan. Welatên wek Amerîqa, Îran, Arjantîn û gelek welatên din girtiyên xwe hemû derxistin. Lê belê mixabin ku li Tirkiyê berovajê wê pêk tê. Ji ber wê jî li hember vê dengê xwe bilind bikin ku ew deriyê qesra xwe bigirin û deriyê zindanan vebikin. Ger îro ew deriyên zindanan neyên vekirin mixabin dê deriyê mirinê bên vekirin. Ger ku di girtîgehan de hevalên me jiyana xwe ji dest bidin berpirsyarên wê em û hikûmet e. Divê em rol û mîsyona hikûmetê tim bînin bîra wan. Em vê qebûl nakin. Divê girtiyên siyasî jî ji vê qanûnê îstifade bikin. Em ê di meclîsê de jî tim nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em ê bibin dengê girtîgehan.”
 
‘Bi dengekî mezin bang hemû gelê xwe bikin’
 
Nuran, bal kişand ser Hevşredara Şemrexê Nalan Ozaydin a ji peywirê hat dûrxistin berî 3 rojan ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Mêrdînê hatiye kirin û bi gumana vîrûsa koronayê li nexweşxanê dibin karantînayê de tê girtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Nalan Ozaydin bi lezgînî sirgûnê girtîgeha Mêrdînê hatiye kirin. Îro herdû girtîgeh jî di bin xeteriyê de ne. Bi dengekî bilind bang hemû gelê xwe bikin ji bo nerazîbûna xwe bînin ziman. Em çawa li dijî hemû nexweşiyan li ser nigên xwe sekinîn em ê îro jî bisekinin.”
 
‘Ji aliyekê ve jî bibin dengê girtiyan’
 
Nuran, di dawiya axaftina xwe de bang hemû gel kir ku bibin dengê girtiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî vê nexweşiyê tedbîrên xwe bigirin. Ji malên xwe dernekevin. Lê ji aliyekê ve jî bibin dengê girtiyan.”