Ew ê ji bo Gulîstan Doku û girtiyên siyasî çalakî bên lidarxistin

  • 15:39 31 Adar 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê diyar kir ku ew ê çalakiya xwe ya li ser medyaya civakî ya ji bo girtiyên siyasî ya bi hastaga #HayatEveSığarZindanlaraSığmaz dewam bike. Her wiha Komeleya Jinê ya Rosayê diyar kir ku ew ê ji bo Gulistan Doku bi etiketa "GülistanDoku87GündürNerede" li ser medyaya civakî çalakiyê li dar bixe. 
 
Vîrusa Koronayê ji bo girtiyên di girtîgehan de ye xetereyeke mezin ava dike. Li ser medyaya civakî ji bo girtî bên berdan kampanyaya imzeyê û gelek hastagh hatin destpêkirin. Her wiha biryara efû û tehliyeyê ya edliyan dihewîne û siyasiyan nahewîne jî dibe sedema bertekan. 
 
Ew ê ji bo girtiyan çalakiya medyaya civakî bê kirin
 
Çalakiya medyaya civakî ya ji bo girityên siyasî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên civakî ku bi rojane dewam dike ew ê îro jî bidome. Ew ê saet di 20.00'an de bi etiketa "#HayatEveSığarZindanlaraSığmaz" bang li Wezîrê Dadê bê kirin. 
 
Her wiha ji bo balkişandina ser kampanyaya  MED TUHAD-FED'ê ew parvekirinên medyaya civakî ya  "#birmilyonimza" bê kirin. 
 
Komeleya Jinan a Rosa wê îşev li Gulistan Doku bipirse 
 
Komeleya Jinan a Rosa wê îşev  bi hashtaga GulistanDoku87GündürNerede# li Gulîstan Doku bipirse. 
 
Komeleya Jinan a Rosa wê îşev seat 18.00'an de bi hashtaga #GulistanDoku87GündürNerede#wê li ser twitterê û medyaya civakî di çalakiyê de be.
 
Ji 5’ê çileya 2020’an ve  heta niha agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dêrsimê Gulistan Dokû nayê girtin. Ev 87 roj in tu şopeke Gulistan nehatiye dîtin. Ji bo ku balê bikşînin ser nedîtina Gulistan Doku Komeleya Jinan a Rosa wê îşev seat 18.00'an de bi hashtaga #GulistanDoku87GündürNerede#wê li ser twitterê û medyaya civakî di çalakiyê de bin. 
 
Li derdora Pira Sari Saltûk Viyadugu ya li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê, xebatên lêgerîna Gulîstanê sekinîne û  heya niha tu şopeke Gulistan nehatiye dîtin.