'Divê hemû girtiyên siyasî serbet bên berdan'

  • 09:13 31 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Gozde Engîn, diyar kir ku di girtîgehan de bi hezaran nexweş û zarok hene û got: "Efûya tundiya zayendî, êrîş û destdirêjî nabe. Em ê her tim mafên girtiyên siyasî biparêzin."
 
Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê belav dibe û hejmara miriyan zêde dibin. Ji şewbê herî zêde Çîn, Îtalya, Îran bi bandor bûn. Di heman demê de ji ber şewbê Çîn, Îtalya û Îran girtiyên xwe tehliyekirin. Li Tirkiyeyê jî her roja ku derbas dibe hejmara miriyan û hejmara nexweşên nû zêde dibin. Daxuyaniyên ku ji hêla pîsporan ve tê dayîn girtîgeh cihên herî xetere ne. Pêşnûme qanûna ku sererastkirinên derbarê înfazan de hatine amadekirin hat rojevê wê hefteyê jî dê pêşkeşî meclîsê bikin. Pakêt ji bo sûcên ku ‘ji qestî kes kuştin’, ‘sûcên teror’ û ‘sûcên rêxistinî’ înfaz nayên kêm kirin. Her wiha bi taybetî girtiyên siyasî ji vê paketê sûd nagirin. Parêzer Gozde Engin bal kişand ser vê mijarê. 
 
Gozde, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan pêşiya vîrûsê vedike û wiha axivî:” Dewlet, beriya her tiştî, ji mafê jiyanî û ji bo her kesê ku di saziyên ceza de dimîne berpirsiyare. Kesên li saziyên cezakirinê li dijî dewletê di warê parastina wan de bimînin, dewlet ji van kesan  berpirsiyare. Binpêkirina her  mafekî pêşiya  vîrusê  vedike û bi wê re têkîldare.  Di vê çarçoveyê de, hêjayî gotinê ku mirov berpirsiyariya  dewleta bi du awayî binirxîne. Berî her tiştî, divê were zanîn ku heke rewşa saziyên ceza li astek nediyar biçe, dewlet mecbûre ku bi berpirsyarî tevbigere."
 
'Cudakariyê dikin...' 
 
Gozdeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pakêtê û da zanîn ku ev pakête li dijî nirxên mirovahiyê hatiye amadekirin û wiha dom kir: "Îhtîmala duyemîn jî ew e ku bi saya paketê wê hejmara girtiyan kêm bibe. Hilbijartina di navbera girtiyên siyasî û mehkûmên edlî de dê bibe sedema bertekan. Di girtîgehan de bi hezaran nexweş û zarok hene. Kesên ku di vê komê de cih digirin divê bên nîqaşkirin. Îro jî bi hezaran kes li benda darizandinê ne. Ji bilî çend bûyerên awarte, pêdivî ye ku hemû  girtî  serbest bên berdan. Ya sêyemîn jî pîvanên herî girîng jî helwesta cudakarî ya li ser girtiyên siyasî ye. Bi hezaran rojnameger, nivîskar, xwendekar, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan  ji ber ku nêrînên xwe anîne ziman di çarçoveya TMK’ê de tên darizandin.” 
 
‘Di encama tekoşîna rêxistinên jinan de û pêngavek paşve hat avêtin’
 
Gozde,  dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi saya têkoşîna jinan paş ve gav hat avêtin û wiha pê de çû: "Ev pêşnûme qanûn li dijî demokrasiyêye. Di heman demê de girtiyên siyasî yên ku beşdarî yek çalakiyek şîdetê nebûne, vedigire. Ev rewş hewceyê şirovekirinê ye. Di encama tekoşîna rêxistinên jinan de û pêngavek paşve hat avêtin. Rêziknameya li dijî destdirêjiyê paşve xistin. Pêk anîna vê darazê wê zirareke mezin bide derûniya zarok û jinan.”
 
‘Efûya tundiya zayendî, êrîşkar û destdirêjî nabe' 
 
Gozde di dawî axaftina xwe de bal kişand ser virûsa koronayê: "Ev pandemîk nîşanî me dide ku cîhanek din pêkaneye û hêj bêtir  cîhanek din hewce ye. Tişta tenê ku dikare vê xewnê cîhanek din ji îro xweştir bike, ew e ku em ê di têkoşîna mafên jinê de civakeke bê tundî ava bikin. Ji ber vê yekê wekî hemû jin û dijberan, em berpirsyar in ku têkoşîna xwe berdewam bikin û bêjin 'Efûya tundiya zayendî, êrîşkar, destdirêjî nîne'. Em dibêjin ku em dev ji parastina mafê jiyanê ya girtiyên siyasî bernadin.”