‘Bi virûsa koronayê re rêjeya şîdeta li hemberî jinê zêde dibin'

  • 09:09 31 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu - Medya Uren
 
AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê Bedriye Aydin diyar kir ku bandora îzalasyona civakî bêtir li ser jinê bi bandor e û got: "Di vê pêvajoyê de jî em dixebitin. Ji bo piştevaniya jinan û çareserkirina pirsgirêkên jinan em ê bi riya telefon û medyaya civakî xwe bighînin jinan û têkiliyan daynîn."
 
Pisporiya Pêşketina Navneteweyî ya Keyaniya Yekbûyî (UK Aid Direct) diyar kir ku xetera zêdebûna şîdetê bi gelek awayî li dû vîrusa koronoyê (COVİD-19) wê rû bide. Di heman demê de hat diyar kirin ku li gorî tespîtên ku hatin kirin rêjeya şîdet û qetilkirina jinê ya di nava malê de jî zêdetir dibin. Endama Komeleya Jinan Rosayê Bedriye Aydin di derbarê van daneyan de ji ajansa me re axivî. 
 
Bedriye, ewlehiyên li hemberî nexweşiya vîrûsa koronayê tên girtin ên weke îzalasyona sosyal wê bi xwe re encamên xeternak bine û dê bandoreke mezin li ser jinan bike. Bedriye wiha dest bi axaftina xwe kir: "Girtina kargehan wê bandora herî mezin li ser jinan bike. Gelek jinên ku divê pêvajoyê de pere nastinin ketin betlaneyê. Heta ev karaseta nexweşiye li ser me rabe wê ev jin dê bi pirsgirêkên mezin re rûbirû bimînin. Ger ev îzaolasyon rabe ji îhtîmal heye jin karê xwe nekin û an jî bêkar bimînin. Dema ku rêjeyên bêkariyê tên destnîşan kirin wê tirsa veguherîna firsetê ya hişmendiya ku vê li ser mêr dide nirxandin elbet hebe. Di holê de bîrodoziyeke jina ji derve kar dike ‘di betlaneyê’ de ne tê pêşkêş kirin. Armanca vê hişmendiyê ew e ku dixwaze jinan ji jiyana kar dûr bixin. Armanc dikin ku jinê ji azadiya aborî dûr bixin. Ji bo ev nêzîkatiyên xerab neyên pêşkêş kirin divê hemû mafên jinê werin parastin. Lewra ji bo destûrên hatine dayîn bi pere bin divê hikûmet ji pişgiriyê bike.”
 
‘Divê hikûmet derfetan biafirîn e’
 
Bedriye, diyar kir ku kesên derfeta wan ya kirînê hene di malên xwe de xwarin û vexwarin depo dikin, lewra kesên derfeta wan ya kirînê tune ne ji zêde ne, di van malbatan de rîska derketina tundî û aloziyan wê zêdetir be. Bedriye destnîşan kir ku ev rewş bi taybet jinan bandor dike û wiha berdewam kir: “Îdareya mutfax û malê li ser milê jinê dibe bar. Ji ber ku jin bêhtir dizanin di malê de çi kêmasî hene. Divê rewşê de divê arîkariya dewlet û rêveberiya xwecihî pêk were. Di jiyana rojane de jinê ku rastî kedxwarî û bêmafiyê tên di van karastane de ev tundî 3 qat mezin dibin. Li rexa rêvebirin û xebatên malê ger di mal de kesên temenê wan mezin hebe ew xwedîkirina wan ji keda jinê ye. Di xwedîkirina kirina zarokan de, di aliyê paqijiyê de êdî pêwîsti bi bêhtir hasasiyetê heye. Ev hemû dibe sedema xirabûna deruniya jinê. Ji bo xilaskirina van pirskirêkan divê hikûmet derfetan biafirîne."
 
‘Jiyankirin mafê her ferdî ye’
 
Bedriye got di vê karasetê de ji dijminahiya jinan dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dijminên zanyariyê, ji zanistiyê dûr in ku têkoşîna li dijî vîrûsa koronoyê bi têkiliya cinsî re diyar dikin. Ev hişmendiya ku dibêje gelek zarokan bîne, nikare bifikire ku têkiliya nêzîk a di hundirê malê de wê bibe sedema xeteriyan jî. Ji aliyekî din ve pêwîste em jina ku li girtîgehan dimînin ji bîr nekin. Mafê jiyanê ji bo her kesî ji hundir an derve mafek e. Her çend qada girtî wekî tecrîd tê hesibandin jî ev ji bo girtîgehan derbasdar nîn e. Li devera ku paqijî di heman demê de di bin mercên normal de dijwar be jî parastina wê li hember nexweşî di rewşeke gurzê de pir dijwar e. Di heman demê de zehmere ku pêdiviyên jinan wek sazûmanên paqijiya kesane û padsên jinan. Girtîgeh ji qada rîskê ne. Ger ku ewehî neyên girtin û di rewşa nexweşiyê de tedavî ji ne pêkane be. Ji ber wê yekê divê bi lezgînî çareserî were afirandin.”
 
‘Em ê xebatên xwe bidin berdewam kirin’
 
Bedriye, bal kişand ser xebatkarên tenduristiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tendirustvanên jin ên ku zarokên wan hene bêhtir dikevin gumanê ku vê nexweşiyê bînin malê xwe. Divê di destpêkê de ewlehiya bijîşkan were girtin. Di jiyana rojane de ketina pêşiya tundiya li hember jinê gelek zor e lê di vê pêvajoyê de ev yek bêhtir hesasiyetê dixwaze. Di van pêvajoyan de divê derfetên çareseriyê bêhtir werin afirandin. Em ji weke komele em ê di nav xebatan de bin. Di medyaya civakî û bi rêya teknîkê em ê bi jinan re di nava têkiliyê de bin.”